Parêzgarê herêma Kharkiv a Ukraynayê Oleh Sinegubov ragihand: “Kontrola Kharkiv bi temamî di destê me de ye! Hêzên çekdar, polîs û hêzên berevaniyê dixebitin û herêm bi temamî ji dijminan tê paqijkirin.”
Îro danê sibê hatibû ragihandin ku hêzên Rûsyayê ketine herêma Kharkivê.
Ji sibê ve di navbera hêzên Ukraynî û hêzên Rûsyayê de şer û pevçûn diqewimîn û hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê paşve vekişiyane.
Li Kharkiv ku duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê û herêma pîşesaziyê ye, dîmenên şer û pevçûnan hatibûn belavkirin.