Serokê Ukraynayê bersiva mercên Rûsyayê da

zelensky-ukraine-russia-nato

Serokê Ukraynayê dibêje, “Gelê ku ez hilbijartime ji bo xweradestkirinê (di mercên Rusyayê de) amade nîne. Lê em amade ne dahatûya Kirim û Donbasê gotûbêj bikin”.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji AFPê re li ser rewşa Ukraynayê û mercên Rûsyayê yên ji bo rawestandina şer axivî.

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov berî niha ragihandibû eger Ukrayna Kirimê wek axa Rûsyayê nas bike, îtîraf bi serxwebûna Donetsk û Luganskê bike û herwiha di destûra xwe de zelal bike ku nabe endama ti eniyan û dê bêalî be, ew dê êrişa li ser Ukraynayê rawestînin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî li ser van mercên Rûsyayê helwesteke erênî nîşan da û got, “Em amade ne dahatûya Kirim û Donbasê gotûbêj bikin û em dikarin çareseriyekê bibînin ka xelkê li wê herêmê dê çawa bijî!”.

Zelensky herwiha li ser rewşa şer û zêdebûna êrişên Rûsyayê jî got, “Gelê ku ez hilbijartime ji bo xweradestkirinê (di mercên Rusyayê de) amade nîne”.

Zelensky diyar kir, “Artêşa Rûsyayê bajarê Sumy bordûman kir û tora Internetê li Maruipol jinav bir”.

Zelensky amaje bi sozên welatên Ewropayê kir û got, “Welatên Rojava sozên xwe li gel me cîbicî nekirine” û derbarê NATOyê de jî tekez kir, “Em nema ti girîngiyê didin NATOyê ku ji rûbirûbûna Rûsyayê ditirse”.

Pustên heman beş