Gelo jinên Kurd weke objeyên self-kolonyalîzmê tên bikaranîn?

Yê civakê dike civak û jiyanê diafirîne jin in. Bingeha civakîbûna mirovan li ser jinê ye. Ger hûn ê civakekê ava bikin, divê pêşî ji jinê dest pê bikin. Ger hûn bixwazin civakekê tine bikin, pêşî êrişî jinên civakê bikin. Ji bo vê jî her kesê ku dixwaze nasname û civakbûnê ava bike, pêşî serî li jinan dide. Di hemû dîroka mirovatiyê de ev dîyalektîk hebûye. Tê zanîn ku dema ol, nasnameyên etnîkî û nasnameyên siyasî derdikevin holê, divê beriya her tiştî jinan qezenc bike. Dîsa ger dixwazin civakekê bi dest bixin, pêşî dixwazin jina desteser bikin.

Heman tişt ji bo civaka me ya Kurd jî derbas dibe. Hebûna çanda kurdî û hebûna zimanê kurdî her tim di jinê de hatiye selmandin û parastin. Jinên me kengî asîmîlebûn civaka me jî bi wan re asîmîle bû. Em dizanin ku sedema qutbûnê ji nasnameya Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi asîmîlekirina jinên Kurd ve dest pê kir.

Ji salên 1980 î heta niha Bakurê Kurdistanê û bi taybet nasnameya jinê sê dorpêçên mezin derbas kiriye. Van her sê dorpêçan zîyanek mezin da jinan.

Ya yekem; dewleta Tirk yekser bi şêwazên şerê taybet jina Kurd kir armanç. Dewletê ev yek bi gelek rêbazan kir. Rêbazên qirkirina fizîkî û hwd hatin bikaranîn. Lê ji ber ku kolonyalîstan dizanibû ku asîmîlasyon bi tena serê xwe nikare serder bibe, di mejîyê civaka Kurd de sîstemeke dagrikerî ya bênavber xwest ava bike. Loma jî kurd bi du şêwazan dorpêç kirin.

Diyalektîka self-kolonyalîzmê û Otoasîmîlasyon

Her du dorpeçên din ji vê dorpêça yekem bi encamên xwe kûrtir bûn. Ji ber ku ew şêwaz bû sedem ku asîmîlasyona dewletê ber bi otoasîmîlasyonê ve biçe û rê ber bi self-kolonyalîzmê vekir.

Dorpêça duyemîn pêvebirina nasnameyên olî bû; ev pêvajo dewletê bi xwe rêxistin kiribû. Pêvajoyek ku em dikarin pê bihesibînin wekî pêvajoya asîmîlekirina Kurdên dîndar, ku bi piranî misilman in û li gorî kodên xwe yên civakî dijîn, li ser tûrk-Îslam hate meşandin. Yanî nasnameya îslamî derdixin pêş, kurd tenê weke parçeyek ji ûmmetê, Kurdayetîjî weke karekî hobi têdest girtin. Di encama vê jî otoasîmîlasyona di bin navê ûmetê de hate pêşxistin. Şêweyekî din ê cuda û radîkal li serê Elewiyan hat kirin. Nasnameya Elewîtiyê li şûna hemû nasnameyan hate danîn. Heta nasnameya Elewîtiyê jî, danî pêşiya nasnameya etnîkî û netewî. Ev ji aliyê dewletê û tevgerên wê yên berfirehkirinê ve hat kirin. Ango, nasnameya kurdan hate windakirin.

Dorpêça mezin a sêyemîn jî dorpêça PKK ê ya li ser jinên Kurd bû. Di nav van her sê dorpêçên ku me behs kirin de ya ku herî zêde divê bê lêkolînkirin û xeteriyeke pir nazik di xwe de dihewîne jî dorpêça têgeha PKK ê ye. Ji ber ku herî zêdepkk ê jin û nasnameya kurdan desteser kirîye. Bi hegemonyaya xwe ya rêxistinkirî ya li ser van her du nasnameyan, di nasname û têkoşîna Kurdan de şikestinên kûr çêdike. Bi Jinan ve Kurda, bi Kurd ve jî jinan kontrol dike. Bi têgînên ku li dora jin û kurdewariyê dihêne ser ziman, di rastiyê de herdû têgînan(jin-Kurd) ji pirsgirêkên wan ên rastî dûr dixe. Hett her du nasname wele kirine ku nikaribin pirsgirêkên xwe yên rast tespît bikin.

Ji salên 1990 î ve dema ku PKK ê pirsgirêka jinê kir amurek propagandaya sereke, li ser jinan konsept hate afirandin. Her tişt li dora têgînên weke “şoreşa civakî, çawa bijîn, kuştina mêr” ava bû. Dema ku dijminî gund dişewitandin, pîsatî bi gel di da xwarin, cenaze li kolanan dihatin kaşkirin, kadroyên PKK ê yên li Şamê nebehsa dagirkerî û bindestîyê, behsa “evîn, têkiliyên jin û mêr” dikirin. Ev hewlên Şamê tenê armancek xwe hebû da ku bindestîya Kurd-Kurdistanê veşêre.

Belê PKK xwedî tevgereke jinê ye, tevgereke mezin a jinê heye, ev tevgera jinê mezin û bibandor e, lê ev hemû nayê wê wateyê ku ev tevger rast e û ya ku dike ji bo berjewendîyê civaka Kurd e. Ya rastî ev e; Bi taybet piştî sala 1990 î jin bûne amurek propagandaya PKK ê. PKK ê ev yek bi hebûna jinê ve kir. PKK hê jî bi heman şêweyî objekirina jinan didomîne. Her çendî azadiya jinê veguherandiye gotareke mezin jî, PKK ê jin ji xwe re kiriye eşya, weke versiyoneke kapîtalîzmê ku rexne kiriye. Hejmarek hindik û bijare a jinan rêveber in. Yên din keda erzan û amurên propagandaya PKK ê ne. Mixabin rastî wisa ye. Armanc ji bo belavkirina wêneyên keçên ciwan û bedew ên bi çek, hevpeyvîn li gel wan kirin, vîdyoyên stranan û heta vîdyoyên ku piştî mirina wan weşandin jî tenê bi sedema propagandeyê tê kirin.

Ocalan jinên herî zêde asîmîlebûyî, yên baş tirkî dizanîn û yên herî ji Kurdayetîyê veqetiyabûn li derdora xwe komkirin. Yên ku rengê çanda Kurdî liser wan şandin cephê şer, yên din jî weke dotmîra hatin perwerdekirin. Çima ev mijar ev qas girîng e ji ber ku PKK pêşî di nava xwe de modelek çêkir. “Yên ku herî zêde Tirkkatî pêre li pêş bûn.” Rojavayî, Rojhilatî, Başûrî, Botanî, Zagrosî hemû ji bilî hemûyan ketine siya van yên herî Tirkbûyî de. Kurdbûn û Kurdistanîbûn weke paşverûtî û marjînaliyê dihate dîtin û destgirtin.

Pêşveçûyîna nirxên Tirkbûnê û bi modela jinê ya Ocalan ve hatin teqlîdkirin, piştre ev yêk bû parçeyek ji siyaseta giştî ya PKK ê. PKK jî bi vê pêngava re şêwazeke nû afirand: “Tirkkirin ne asîmîlasyon e, nûjenbûn e.” Ji ber vê sedemê, pêşxistia nasnameya Kurd weke paşverûtî, hat nîşandan. Her ku weke tirkan tevdigeriya, he qas weke nûjenî dihate nişandan. Ev modela jinê piştre di qada siyasî ya Bakurê Kurdistanê de jî xwe pêşkêşkirin. partîyên Kurdistanî û heta partiyên rengîn ên kurdan ên weke DEHAP ê hatin girtin û li şûna wan saziyên weke partiya gelan HDP hatin bicihkirin. Mînak motîfên kurdî yên wek Leyla Zana di siyaseta kurd de hatin rakirin û jinên tirk ên wek Fîgen Yuksekdağ kirin serokên Kurda. Di nava kurdan de jî yên nasnameya kurdî pir qels, hatin wazîfedarkirin.

Tevgera jinê ya PKK ê bû astengiya jinên Kurd ku li ser pirsgirêkên xwe yên rastî bisekinin. Pkk ê pêşî li Tevgereke rast a jina Kurd girt. PKK ê têkoşîna Kurd û têkoşîna jinê xiste ser rêyeke ne diyar. Niha tevgera jinan a PKK ê xwedî ti daxwazên neteweyî-cinsî nîne. Çalakiyek domdar û enerjiye heye, lê armancek ku ew bigehinê tune. Mîna çala reş jinên Kurd di daqûrtîne û çi destkeft jî dernakevin holê.

Formula vê têgeheştina balkêş û metirsîdar jî wiha ye: Jinên Kurd ji bo azadiya Kurdan berê xwe didin çiyayan, dikevin zindanan û jîyana xwe jidest didin. Lê çima hewl didin ku welatê ku wan dagirdike re şerê demokratîkkirinê dikin. Têkiliya di navbera kolanyalîsta û mêtinger de nezelal e. Hem tu dibêjî tu ji bo jinan derketîyî çîya û payre dibêjî hemû xerabiya cîhanê bi destê mêran tê kirin. Lê paşê hûn dibêjin serokî mêr Ocelan wê hamû jinên cîhanê rizgar bike. Ji bo wî mêrî dibin fedayî. Di nava Pkk ê yê dest li jinan rakirî jî Ocelan e. bi canbazîya peyvên weke mîtolojî,felsefe û teorî ve rastî tên nixumandin.

Niha yên ku van rêzkan dixwînin wê mîtîngên 8 ê Adarê yên rêxistinên beşê PKK ê yên herêmê, jinên ku di mîtîngan de govendê digirin, weke mînak nîşan bidin û wê bêjin înkar e. Na na Tişta ku em dibêjin ne înkar e. Bi kurtasî êrîşa hundirîn a li ser civaka Kurd a ku pir kêm hatiye meşandin e. Ji ber ku ew kurdê ku li Colemêrg, Wanê direqisê ye, wek kurdekî derketiye holê, lê enerjiya wan nikare rewşa kolonyalîstî ya Kurdistanê binbixebi, berovajî wê koloniyê hê bêtir rewa dike.

Ji bo vê jî em dibêjin; Li ser jinên Kurd sîstema otoasîmîlasyon û self-kolonyalîzmê tê afirandin. Vî karî Dewleta tirk û hin tevgerên siyasî yên Kurd bi hev re dikin. Heya em vê teşhir nekin, em nikarin mafê jinên Kurd misoger bikin.

Pustên heman beş