Nêzîkî 50 roj in li Herêma Kurdistanê mûçe nayên dayîn û niha krîza “meaş” heye. Bi taybet ji ber ku hin derdor mijara mûçeyên ku nehatine dayîn bi awayekî pir aloz rave dikin, krîza mûçe bûye zengilek ku tê xwestin li stûyê hikûmeta Herêma Kurdistanê bê daliqandin. Lê di rastiyê de krîza mûçeyan nîne, kêşeya ku jê re tê gotin krîza mûçe beşeke ji stratejiya Iraqê ya “hilweşandina statuya Herêma Kurdistanê û veguhertina Herêma Kurdistanê bo sîstema parêzgehekî”. Û di eslê xwe de, ew hewldaneke propagandayê ye li dijî hikûmeta nehem, berî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê. (Eger vê stratejiyê tenê bi Iraqê ve girêdin, şaş e; bi rastî xwediyê stratejiyê Îran e, ku niha serwerê Iraqê ye. Tirkiye û eniyên dij-Kurd bi awayekî organîk piştgiriya vê stratejiyê dikin.)
Stratejiya hikûmeta Iraqê ya ji du qonaxan pêktê li hember Herêma Kurdistanê çi ye?
Stratejiya Iraqê ya bê statû hiştina Herêma Kurdistanê ne nû ye. Eniya dij-Kurdistanê ji 2003 û vir ve, ji bo têkbirina statûya ku kurdan bi dest xistine, gav bi gav pêngav avêtin. Bi taybetî piştî sala 2012an ev tevger veguherî êrîşên vekirî yên bi xwîn, çek, dagirkerî, neft û birîna mûçe û hwd. Niha kesên ku dixwazin Kurdistanê bê statû bihêlin plansaziyeke wan a du qonaxan heye. Qonaxa yekem a vê planê ewe ku rewşeke wisa çêbikin ku PDK’e di hilbijartina de dengan kêm bike û bi ser nekeve, û PDK’ê ji desthilatê bixin. Qonaxa duyemîn jî ewe ku hikûmeteka lawaz ya bêy PDK’ê ava bikin û piştre Kurdistanê bikin parêzgeheke asayî ya Îraqê.
Di vê stratejiyê de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku dê di meha Cotmehê de bên kirin, ji bo eniya dijî Kurdistanê û bi awayekî xwezayî ji bo hikûmeta Bexdayê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Hikûmeta Iraqê ev du sal in hewlên mezin dide ku hilbijartina bigihîne rewşeke bi dilê xwe. Guhertina qanûna hilbijartina Herêma Kurdistanê ji aliyê dadgeha federal ve, ku bi awayekî eşkere girêdayî tu qanûna nîne, destpêka vê pêvajoya wêranker bû.
Hilbijartinên Kurdistanê: PDK dê bi hêzên navneteweyî re hevrikiyê bike, ne bi partiyan re
Avakirina hikûmeteke bê PDK stratejiya bingehîn a eniya dijî Kurdistanê ye. Ji ber ku PDK bi vê helwesta xwe di rewşekê de ye ku eniya dij-Kurdistan nikare jê razî bibe. Ne hewceye ku ev zêde were nîqaş kirin. Nexşeya Rojhilata Navîn vekin û cihên hêzên ku Îranê nekarî li Rojhilata Navîn bigire, ji Iraq, Sûriye, Lubnan bigire heta Yemenê bibînin. Hûn ê li ser nexşeyê bibînin ku tenê herêmên di bin kontrola PDK’ê de teslîmî Îranê nebûne. Niha PDK di hemû hilbijartinên Herêma Kurdistanê de partiya yekem e. Her çendî pir caran hêza wê hebû ku bi tena serê xwe hikûmetê ava bike jî, lê her gav hikûmetek koalîsyonê an hikûmetek lihevhatî tercîh dikir. Bi îhtîmaleke mezin wê di hilbijartinên bê de di nav hemû partiyan de dîsa bibe yekem. Lê PDK di vê hilbijartinê de ne tenê li dijî partiyan, li dijî eniya hevpar a hikûmeta Iraqê, dewleta Îranê, hin lobiyên welatên rojavayî, Heşdî Şebî û PKK’ê pêkeve wê beşdarî hilbijartina bibe. Yanî PDK wê bi hêzên herêmê re, ne bi partiyan re hevrikiyê bike. Bêguman di vê pêşbirka hilbijartinê de aliyên dijber wê gelek komplo û hîleyan pêk bînin. Pêvajoya hilbijartinê ji destpêkê ve li ser sextekariyê hatibû avakirin.
Kanalên destwerdana qedera hikûmeta federal a Kurdistanê: YNK, PKK û Tevgera Babîlyon
Biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya di 21 ê Sibata 2024an de ji bo hilbijartinên Kurdistanê bû destpêka komploya li dijî PDK’ê û ev komplo ji aliyê saziya bi navê “dadweriya serbixwe” ve hat kirin. Em têbînîyeke gelek balkêş bikin, yên ku ji bo guhertina yasaya hilbijartinê serî li Dadgeha Federalî ya Iraqê dane kî bûn, helbet tevgera Babilyon, YNK û Heşdî Şebî bûn. Van her du partiyan serlêdana hevpar kirin û qanûnên hilbijartinê hatin guhertin. Yasa tenê li ser wê bingehê hatin damezrandin ku şirîkên rêveberiya Iraqê yên Şîe zêdetir kursîyan bi dest bixin. Mînak kotaya tirkmenan dan Silêmaniyê ku çi Tirkmen lê tune ne.
Di encamê de, eniya dij-Kurdistanê guncav dît ku li şûna ku bi nasnameyeke zelal a kolonyalîst êrişî Kurdistanê bike, bi çêkirina kanalên xwe yên bi rengê kurdewarî, xwe berde nav herêma Kurdistanê. Ev stratejî ji sala 2014an ve bi vî rengî ye. Dewleta Iraqê ya ku ji roja damezrandina xwe ve sed û yek sal in hewl dide êrişî Kurdistanê bike, piştî enfal, komkujî û êrîşên çekdarî, vê carê jî bi çeka petrolê, mûçe û dadgehan êrişî Kurdistanê dike.
Hin derdorên kurd hene ku Iraqê şêrîn nîşan didin û dixwazin Kurdistanê ji ber çav pêxin. Vana hemî bi derdorên tarî re têkildar in. Divê Kurd çawa bin:
1- Ti biryarên ku ji aliyê Iraqê ve ji bo Kurdistanê hatine standin, pêwendiya xwe bi pîvanên mafên mirovan ên wek demokrasî, dadperwerî, wekhevî û hwd re nîne. Mesele tenê desteserkirina Kurdistanê ye.
2- Ev tawîzên ku Bexda ji YNK û PKK’ê re dide, ji bo xisarkirina Kurdistanê ye. Iraq îmtiyaz, çek, pere û hwd dide van her du hêzan da ku bi sûdwergirtina ji şert û mercên siyasî nehêle Kurdistan mezin bibe, axa Kurdistanê kêm bike û PDK teslîm bibe.
Bexda bi taybetî ji bo bihêzkirina YNK’ê ku yek ji van hêzan e, dixebite. Dengên YNK’ê di hilbijartinên borî yên parêzgariya Iraqê de û herwiha pirsa parêzgariya Kerkûkê hemû ji bo wê yekê hatin kirin ku YNK baştir stratejiya Bexdayê cîbicî bike. Ji aliyê dîrokî ve YNK di rewşekê de ye ku nikare li hember zextan li ber xwe bide û her dem zû teslîm dibe. Ji ber vê rastîyê jî ew ji bo hevkariya Îran û Bexdayê guncaw hat dîtin.
Ne qeyrana mûçe ye, destwerdana hilbijartinan e
Me nivîsa xwe bi wê yekê dest pê kir ku çima mûçe nayên dayîn, lê wek hûn jî dibînin, mijarê em mecbûrkirîn ku li ser stratejiyên dîrokî û niha û eniya dijî Kurdistanê û hevkarên wê yên kurd binivîsin. Ji ber ku divê bûyer û plan rast bên binavkirin. Pirsgirêka dayîna mûçeyên li Kurdistanê nîne. Hikûmeta Iraqê dê mûçeyan heta heyama hilbijartina paş bixe û dixwaze hikûmeta niha ya Herêma Kurdistanê weke çavkaniya pirsgirêkan dest nîşan bike. Her wiha dê ji bo gelê ku di bin baskên xwe de diparêze bingehek ji bo xebatên hilbijartina peyda bike. cewherê meselê ev e. Û ji vê rojê heta hilbijartinên Herêma Kurdistanê emê rastî gelek bûyerên tarî, komplo û derewên mezin û biçûk bên. Ji bo vê jî di her bûyereke ku li Kurdistanê diqewime em ê zêdetir girîngiyê bidin pozîsyona eniya dij-Kurdistanê.