Di pêvajoya hilbijartina parêzgarê Kerkûkê de: Kî bi ser ket, kê winda kir?

Di pêvajoya hilbijartina parêzgarê Kerkûkê de: Kî bi ser ket, kê winda kir?

Hilbijartina rêveberiya herêmî ya Kerkûkê û krîza piştî wê, di 13 Tebaxê bi erkdarkirina Rebwar Taha ve derbasî pêvajoyeke cuda bû. Krîz bi dawî nebûye, berovajî vê, pêvajoyek nû ya krîzê despêkir. Ji ber ku pirsgirêka Kerkûkê pirseke ji hilbijartina parêzgar wêdetir û mezintir e. Gelek aktorên herêmê û hin derdorên Kurdistanî dixwazin pirsgirêka piralî ya Kerkûkê tenê bixin meseleyeke îdarî da ku kûrahî û mezinahiya pirsgirêkê veşêrin. Yanî, tê xwestin ku pirsgirêka Kerkûkê tene weke helbijartina parêzgar bê destgirtin. Lê meseleya Kerkûkê ne pirseke îdarî ye, meseleya Kerkûkê pirseke siyasî û stratejîk e. Û niha jî nerast e ku mirov ku kurdek li ser kursiyê rûniştiye û atmosferek mîna ku kurd li Kerkûkê bi ser ketine binirxîne û bibîne. Ji bo ku em proseya diyarkirina Parêzgarê Kerkûkê bi awayekî rast analîz bikin, pêwîst e em li deverek ji cihê parêzgariya Kerkûkê mezintir binerin û wêneyê ji qonaxeke berfireh bigirin. Bi vî awayî em dikarin “têkiliya Îranê” ya veşartî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Iraqê de di hilbijartinên 18 ê Kanûna 2023 an de eşkere bibînin.

Kurd, Sunne û Xiristiyan ên Iraqê yên ser bi Îranê ve

Nêrîna ku Îranê Iraq wek baxçeyê xwe dîzayn kiriye, ne nêrîneke veşartî ye. Beriya her tiştî Îranê Şîeyên Iraqê li gorî bernameya xwe dîzayn kir. Lê gelên din, yanî Erebên Sunne, Kurd, Xiristiyan û hwd, tevî pirsgirêkên di nava xwe de, li dijî pêkhateya navendî ya Iraqê helwestek yekalî nîşan dan. Vê yekê rê neda ku Îran li gorî xwestekên xwe bi lez û bez îdareya Iraqê bike. Ji bo vê yekê jî dest bi proseya dabeşkirin û kategorîzekirina grûbên mezhebî û etnîkî yên din li Iraqê li gor berjewendiyên xwe kir û beşek ji xist ber cama vîtrînê. Û ev pêvajo piştî sala 2012 an gav bi gav leztir kir.

Îranê di hemû pêkhateyên Iraqê de dest bi avakirina grûpeke nêzîkî baskê Îranê kir û ji bo rewa kirina van pêkhateya bi awayekî ku li navxwe û civaka navdewletî were qebûlkirin, hemû hêza xwe terxan kir.

Îranê ev plan di sê qonaxan de pêk anî.

1- Veqetandina komek ji Erebên Sunnî bi rûşwet, îmtiyazên darayî û ewlekarî.

2- Di nav kurdan de li hember rêveberiya Hewlêrê YNK û PKK erkdar kirin.

3- Di nava Xirîstîyan de hêza ser bi Heşdî Şebî ve tevgera Babilyon û serokê wê Rayan Kildanî weke kasayetek siyasî derxistina pêş.

Ji ber vê yekê, di rastiyê de, Îran zêdetirî 10 salan e ku hewlên mezin dide ku kurd, sunnî û mesîhiyên xwe li Iraqê biafirîne. Bi awayekî mirov dikare bibêje ku pêkhateyên ku nasnameya Heşdî Şebî qebûl dikin dixwazin li Iraqê bibin pêkhateyên bihêz û rewa. Weke mînak Rayan Kildanî nanpêj bû û heta ku tevlî Heşdî Şebî bûyî jî, lê Îranê ew kir xwedî nasnameya siyasî. Lê li hember civaka Asûrî-Sûryanî yên ku pêkhateya Heşdî Şebî nepejirandîn, Rayan weke aktorekî siyasî hat xurtkirin û ew kirin alternatif bû Mesihîyan. Dîsa saziyên PKK’ê yên li Bexdayê ji îmtiyazên saziyên dewletê sûd werdigirin û parçeyek ji heman pêvajoyê ne.

Di pêvajoya diyarkirina rêveberîyên herêmî yên Iraqê de “tilîya Îranê”: Mûsil, Diyala, Selahattîn

Ji ber ku proseya hilbijartina parêzgarê Kerkûkê ji bo Kurdan mijareke populer û hestiyar e, tenê kesê ku li ser kursiyê parêzgariyê rûniştiye li ber çavan tê girtin. Lê li jor me behsa pêvajoya 12 salan a Îranê kir ku Ereb, Kurd û Asûrîyên xwe ava dike. bi taybetî di hilbijartinên hikûmetên herêmî de ku di Kanûna îsal de hat lidarxistin Îranê dest bi wergirtina berhemên vî karî kir.

Ji xeynî herêmên Şîe yên ku rasterast bandora Îranê li wan heye, hem hilbijartin û hem jî hilbijartina parêzgaran li her derê aloz bû, nemaze li Mûsil, Diyala û Selahedîn. Îran li vir weke destekî veşartî tevgeriya û pêvajo organîze kir.

Wek mînak li Mûsilê Îranê nekarîbû navên ku dixwestin derbixe, lê piştî hilbijartinan pêkhateyên ser bi Heşdî Şebî ve weke YNK, Mesihî, Êzidî, Şebek û Tirkmenên li hev kom kir. Dema ku ev yek têrê nekir ku Îran pêkhateya xwe ava bike, ji bo siyasetmedarê Sunnî Mihemed Helbusî jî bixe nav hevpeymaniya xwe de, soz da wî ku navê ku ew pîşnîyar bike ewê di parlemanê Iraqê de erkdar bikin. Bi vî şêwazî Îran di encûmena parêzgeha Mûsilê de jî bû xwedî bandor.

Li Diyalayê pêvajoyeke cuda rû da. Vê carê jî Erebên Sunne yên ku li dijî Helbusî bi siyasetmedarê Şîe Nûrî Malikî re hevkarî kirin, hatin destnîşan kirin û YNK jî tevlî pêvajoyê bû û grûpa Îranê dîsa bi ser ket.

Li Selahattîn jî pêvajoyeke bi vî rengî pêş ket û Partiya Civaka Neteweyî ya ku li dijî Helbusî bû û bi Şîeyan re hevalbend bû, parêzgarî bi dest xist.

Li Kerkûkê kî bi ser ket?

Pêvajoya diyarkirina parêzgarê Kerkûkê ji hemû parêzgehên din ne cûda bû. Vê carê di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de şerekî veşartî hebû.

Beriya her tiştî plansaziyeke ku di serdema hilbijartinê de dest pê kiribû hebû. Îranê digot eger wê Kurd herî zêde dengan bi dest bixin, qed nebe bila Kurdên di bin bandora min de bi serkevin loma jî Îranê piştgirîya YNK ê kir.  Di hilbijartina de YNK 5 kursî û PDK jî 2 kursî bi dest xistin. Ji ber ku YNK ji destpêkê ve dizanibû ku ti çareyek ji bilî li gorî ajandaya Îranê tevbigere nîne, bi berdewamî pêvajoya hilbijartinên Kurkûkê dirêj kir û bi ti şêweyekî lihevkirina ligel PDK ê qebûl nekir. Yan jî em vê yekê wiha rave bikin: Îranê: Nehişt ku YNK bi Kurdan re tifaqê bike.

Parêzgarê Kerkûkê bi şêwekî korsan di civîna Otel Reşîd de hate diyarkirin.

Bê guman pêkhateyên Iraqê yên ser bi Îranê pir çalak bûn. Serokê Tevgera Babilyon a Heşdî Şebî Rayan Kildanî, Tirkmenên nêzî Heşdî Şebî, Erebên xwedî îmtiyaz û helbet YNK di nava pêvajoyê de cih girtin.

Lê ev civîna korsaniyan li gorî rêgezên fermî pêk hat.

Piştî ku me bi berfirehî li vê dîmenê temaşe kir, em dîsa bipirsin: Kî li Kerkûkê bi ser ket? Bê guman Îran.

Gelo ma dewleta Îranê jî ne kolonyalîst e?

Ji ber ku Kurd bi perspektîveke hestyarî li pirsa Kerkûkê dinêrin, li wê yekê dinêrin ku navê parêzgarê Kerkûkê Kurdî be. Ew kesê ku li ser kursiyê parêzgariya Kerkûkê rûniştiye kurd e, lê ev nayê wê wateyê ku îrada Kurdan li wir desthilat e. Nexêr li wir Îran biserket. Mercên rêkeftina YNK ê li gel Îranê Kurd lawaz kirine, lê mesele ne ev e. YNK jî weke partiya ku herî zêde deng girtiye, di cîbicîkirina ajandaya Îranê li Kerkûkê hatiye erkdarkirin. Di binyat de, pêvajoya hilbijartina parêzgarê Kerkûkê, israra Îranê li ser namzedên xwe bû loma jî bi stratejiyeke dirêj tevgerîya û bi çavsorî ev pêvajo bi rê ve bir û ew biserkeft.

Belê, plana Tirkiyê jî li Kerkûkê hebû. Lê plana Îranê bi ser ket. Ji ber ku plana Tirkiyeyê ya li Kerkûkê bi ser ket keyfxweşîya Kurdan bê wate ye. Nivîskarên baskê şîa yên wekî Fehîm Taştekîn di vê mijarê de manîpulasyoneke bi zanebûn dikin. Her wiha kesên weke nîv-rewşenbîrê kurd Îbrahîm Xalîl Baran di nava qerebalixîya peyvanda îdia kiribû ku kurd li Kerkûkê bi serketin. Na, Îranê li Kerkûkê bi ser ket. Serkeftina Îranê nahê wateya ku Kurd wê sûdmend bin. Dema mirov li van sed salên dawî helwesta Îranê ya dijî Kurdan binêre, wê ev yek bi zelalî were dîtin. Îran bi kêmanî bi qasî Tirkiyê dij-kurd û hêzeke dafirker- kolonyalîst e. Êrişa Îranê ya li ser Iraqê, ku wê çarenûsa Iraqê diyar bike, rûpela pêvajoyeke tarî û aloz a navxweyî ji bo Kurdan û dewleta Iraqê vekir.

Îranê tu carî aştî, aramî û hekhevî neaniye çi deveran îca wê çawa bibe Kerkûk û Iraqê.

Pustên heman beş