Xebateke lansman: Bafil Talebanî…

Xebateke lansman: Bafil Talebanî…

Civaka Kurd piştî sala 2016an dest bi bihîstina navekî nû li qada siyasî kir. Ew nav Bafil Talebanî bû.

Hin lobî li Washington û London dixwazin Bafil Talebanî di nav civaka Kurd de bikin hêz loma jî bi eşkereyî reklamê ji bo wî dikin…

Lansmanê Siyasetmedarê nû û Bafil Talabanî

Lansman peyvek bi eslê xwe Fransî ye. “Lansman” têgeheke ku reklamê ji bo dane nasîna hilberek gelemperî, marqe an projeyek tê kirin di nava xwe de dihewîne. Ango, ew organîzasyonek ji reklamê pir mezintir e. Di rastiyê de, xapînokekî bazarkirnê û hewldaneke bi zorê-xapandina mirovan e ku tiştekî bikire. Ew heman tiştî bi navekdî û texlîfek dî difiroşin we. Mînakî, marqeyek kozmetîkî bi daxuyaniyek nû kremek kevn di pakêtek nû de dixe bazarî. Bi kampanyayek mezin wê krêma kevin bi pakêta nû difiroşin xelkê. Bi texlîfekî nû ew tiştê kevin bi piştgirîya hin pisporên reklamê wek bijîşk, şahreza û bikarhêneran ji nû ve dihêt firotin.

Ya ku ji bo Bafil Talebanî hat kirin, tam karê Lansmanî ye. Ew îcadeke bazar û reklamê ye. Di rastiyê de Bafil Talabanî ne kesekî leşkerî, siyasî û welatparêz e. Bafil Talebanî berhemeke bazarganiyê ye ku hinek kolonyalîst û lobîyên herêmî dixwazin bi etîketa kurdî bi kar bînin. Ji ber vê yekê Kurdan pêşî Bafil Talebanî piştî xîyaneta 16 Cotmeha 2017ê gava ku digot “her kesî peymana firotina Kerkûkê îmze kir” li ser şaşên tv dît. Ev îmaja yekem ji ber îmzeya wî ya di firotina Kerkûkê de gelek xerab bû, lê pişt re ji bo ke ev îmaja Bafil were guncaw kirin dest bi reklama wî hat kirin.

Qaremanê Wîkîpediyayê Bafil Talabanî

Ger hûn li Wîkîpediyayê binêrin, hûnê dosyayek Bafil Talebanî ya bi baldarî amadekirî bi 6 zimanan bibînin. Ev nivîsa li ser Bafil ji yek pênûsê derketîye. Bafil Talebanî ku kesî zêde nasnedikir; lê ew weke navekî ku piştî sala 2000 ê di asteke bilind de beşdarî hemû karê YNKê bûye, perwerdeya leşkerî ya girîng dîtiye û berhemên girîng afirandiye, hatiye pêşkêşkirin. Bi tundî tekezî li ser wê yekê tê kirin ku wî perwerdeya leşkerî ya fermî di Lejyona Derve ya Fransa û Hêzên Taybet ên Brîtanyayê de dîtiye. Û ew wekî damezrînerekî siyasî yê veşartî ku ji sala 2003an vir ve nehatiye dîtin tê pênasekirin. Wikipedia jî amaje bi wê yekê dike ku Bafil Talebanî di dema referanduma Kurdistanê de xwediyê pirojeyekî giring bû û eger ew proje bihata qebûlkirin Kerkûk nedihat dagîrkirin û Bafil Talebanî navbeynkar û çareserkerê pirsgirêkan di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî de bûye. bi vê pênasê dixwazin Bafil wek kesekî pir girîng pêşkêşî gelê Kurd bikin.

Alîkarîya PKKê ya ji bo Lansmana Bafil Talabanî

Yanî bi nivîsandina sicileke xeyalî li ser Wîkîpediyayê hewl hat dayîn ku Bafil Talebanî yê nenas bibe marqeyeke girîng. Dîsa ji bo Lasmana Bafil Talebanî PKK jî xwedî kedek mezin e.

Piştî sala 2000 î di navbera YNK û PKKê de aloziyeke giran derket. Sedema vê yekê jî Îran bû ku bertek nîşanî Ocalan û siyaseta PKKê ya Tirkiyebûnê da. Lê piştî sala 2012an ku Cemîl Bayik bû Hevserokê KCKê, PKKê xelekek nû li xwe zêde kir û tevlî siyaseta herêmî ya Îranê bû. Vê yekê rê li ber PKKê vekir ku li cihên di bin kontrola YNKê de, wek Silêmanî û Kerkûkê bi cih bibe.

Medyaya PKKê rojekê jî behsa Bafil Talebanî nekir, heta şerê Bafil-Lahor Talebanî, ku endamên YNKê wek bûyerên Tîrmehê bi nav dikin û di sala 2021ê de derketibû. Heta wê demê çapemeniya PKKê Lahor Cengî weke serokê nû yê Başûr nîşan di da. Dema ku di nav YNKê de rewş aloz bû, PKK yekser di medyayê de bi tundî li dij Lahor derket, Vê carê PKK bi Bafil Talebanî re dest bi pêwendiyê kir. Yêkser Murad Qarayilan kef li ser lêvên wî ket û got ez dixwazim Bafil Talebanî bibînim. PKK ji gelek aliyan ve sûd ji kaosa ku Bafil Talebanî li Kurdistanê afirandiye, wergirt. Ji ber vê sedemê PKK di Lansmana Bafil Talebanî de pêşengîyê dike. 

Medyaya PKKê bi berdewamî wêneyên Bafil Talebanî yên li ber ala Kurdistanê bi fotoşopê parve dike û wî wek rêberekî mînak yê li dijî Tirkiyê şer dike nîşan dide.

Gelo Bafil Talebanî di rastiyê de ew Bafil Talebanî ye ku ev lobî û hêzên herêmî diyar dikin?

Mam Celal li ser Bafil çi gotibû?

Her kes dizane ku rojnamevanekî ji rehmetî Mam Celal pirsî bû çend zarokên te hene, Mam Celal wiha bersiv da bû: “Kurekî min (Qûbat) û kerekî min (Bafil) heye.

Bafil Talebanî ew kes bû ku Mam Celal di dema jiyana xwe de rê neda li dewrûberê YNKê jî bigere. Herwiha Parêzgarê berê yê Kerkûkê û pizîşkê taybet ê Celal Talebanî di hevpeyvînekê de ev rewş bi kurtasî wiha got: “Dema Mam Celal sax bû, nehiştin ku Bafil ji ber baregahê YNKê re jî derbas bibe.

Cûdahiya di navbera Lansman Bafil Talabanî û Bafil Talabanî ya rastîn de çî ye?

Bafil Talebanî di sala 1973an de ji dayik bûye, ne li gel dê û bavê xwe, li cem xaltiya xwe Şehnaz Îbrahîm mezin bûye,  hertim pirsgirêkên Bafil ligel malbatê hebûn. Bafil kesekî esebî, dijûnker û nakokkar bû. Rehmetî Mam Celal her tim dijî vê kesayeta belav derdiket. Bavê wî ji ber karê ku di temenê biçûk de mijûl dibû, difikirî ku bi şandina perwerdeya leşkerî jiyana Bafil disîplîn û terbiye bike. Ji ber vê sedemê li dibistanên leşkerî yên Fransa û Brîtanyayê de da xwendin. Di dema xwendina xwe ya li wir de, ji ber pirsgirêkên wî yên disîplînê de, carekê dibistanê xwest wî derxe. Lê bi dîplomasiya Mam Celal nehat derxistin. Di dibistanan pileyên serkeftî negirt. Piştre li Birîtanya dest bi karê bazirganiyê kir. Di nava YNKê de jî ti wezîfeyeke wî yê siyasî nebû. Ew bi wateyekê di bin kontrola Îngilîzan de maye û heta niha jî hemwelatiyê Brîtanya ye. Derdora wî ya nêzîk diyar dike ku wî li Îngilîstanê gelek tedawiya narkotîk û alkolê wergirtine. Niha jî Bafil dem bi dem bi sedema pirsgirêkên tenduristiyê, ji ber çavan winda dibe. Tê gotin ku ew ji ber bi kar anîna madeyên hoşber tê dermankirin.

Bafil Talebanî di sala 2008 ê de jî bi gendelî û sextekariyê dihat binav kirin. Bafil Talebanî bi rêya Doom Ltd li Qibrisê di doza 5.2 milyon dolar bertîl û sextekariyê de beşdar e. Her wiha ev rewş heta sala 2013an berdewam kir. Lê çi dibe bila bibe, paşê ev doz bi destekî nexuyayî hatin girtin. Yên ev doza Qibrisê batal kirî û yên Lansmana Bafil dimeşînin heman derdorin.

Di hilbijartinên 21 ê îlona 2013an de YNKê şikestineke mezin xwar û bû partiya sêyemîn. Bafil Talebanî li kolanên Silêmaniyê dijûndikirin xelkê û êrişî wan dikir loma jî we hat teşhîr kirin. Û piştî vê hilbijartinê yekser ji Silêmaniyê derket.

Îran tevlî pêvajoya diyarkirina rêveberiya YNKê bû

Mam Celal nexweş bû û hevjîna wî Hêro Talebanî ji aliyê derûnî ve nedikarî serkirdatiya YNKê bike. Ji ber ku Îran ji hilweşandina YNKê ditirsiya, bo xwe pêvajoya avakirina grûpeke nû di nava YNKê de pêk anî. Hemû navên ku piştî Celal Talebanî derketine holê, weke Lahor Cengî, Bafil Talebanî û hwd, bi erêkirina Îranê û bi rengekî lobiya dewletên Rojava çê bûn.

Keçên Îbrahîm Ehmed, Hêro û Şehnaz Îbrahîm, xwe wek xwediyên resen yên YN ê dîtin û ji bihêzbûna Lahor Cengî aciz bûn. Rewşenbîrên Silêmaniyê diyar dikin ku Şehnaz Îbrahîm ji derdora xwe re gotiye, “Lahor mîna mafya ye, tenê bi mafyayeke weke Bafil em dikarin wî ji nav bibin” Yanî malbata Îbrahîm Ehmed li dijî Lahor Cengî çalakî pêk anîn û li şûna wî Bafil hat wazîfedarkirin.

Kuştina Qasim Suleymanî û Lahor Cengî

Malpera nûçeyan a Amerîkî ya bi navê Yahoo News malperek e ku bi xwe nûçeyan çênake, lê nûçeyên ji çavkaniyên din parve dike û diyar kir ku hêzên dije-terorê yên YNKê yên girêdayî Lahor Cengî di Gulana 2021 an de beşdarî kuştina Qasim Silêmanî bûne. Hêzên ku di Yahoo Newsê de ev nûçe pêşkeş kirî, her ew hêzên yên ku tasfiyekirina Lahor Cengî pesend kirî. Piştî sê meh di ser vê nûçeyê re derbas bûn ji nişka ve Bafil Talebanî di medyayê de derket û got, “Ez jehrî bûme” û pêvajoya tasfiyekirina Lahor Cengî ya YNKê dest pê kir.

Û her kesê di nava YNKê de ku nêzîkî Îranê bû, li dora Bafil Talebanî civîya. (Di nav kivanê de divê bê zanîn ku Akam Omerê ku di 13 ê Kanûna 2022 an de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da, weke kesekî ku beşdarî bûyera Qasim Silêmanî bûyî di hat îthamkirin.)

Mele Bextiyar û endamên din ên YNKê hatin tasfiyekirin

Lahor Cengî tasfîye bû û çû, lê ji bo ku Bafil Talebanî bibe serokê YNK, pêwîstî bi piştgiriya navend û mezinên YNKê hebû. Gelek kes piştgirî nedan Bafil Talebanî û ji ber ku rûyê wî yê rastî nas dikirin ji kar vekişiyan. Yek ji wan jî berpirsê YNK ê Mele Bextiyar bû.

Mele Bextiyar li dijî YNK ya Bafil bû. Ji ber “hevkariya bi Heşda Şeibî re, sîstema mafyayê ya îdarî li Silêmaniyê û gendeliya aborî”. Mela Bextiyar rexneyên weke “YNK ya Bafil zirar dida statuya herêma Kurdistanê û gelê Kurd” dikir. Ji ber van rexneyan Bafil ew ji kar vederkir. Pêşî ji kar hat avêtin, piştre jî ambargoya aborî li wî hat sepandin.

Mele Bextiyar heman dem xezûrê Bafil Talebanî bû. Bafil Talebanî ku bi helwestên xwe yên êrîşkar, tolhildêr û bi hêrs tê naskirin, bertek nîşanî xwezûrê xwe Mele Bextiyar da. Derdora YNKê ya Silêmaniyê dibêje, Bafil Talebanî dest danîne ser zarokan û hevjîna xwe ji malê derxistiye. Heman derdor îdia dikin ku Bafil hevjîna xwe re gotiye “ger tu biaxivî ezê te bikujim” hevjîna wî jî ji ber vê zextê çûye Birîtanya.

Armanca nivîsa me ne têkilî û tifaqên siyasî yên Bafil Talebanî ne. Armanca me ew e ku em cudahiya di navbera Bafil Talebanîyê ku weke rêberekî şoreşger pêşkêşî Kurdan dikin û Bafil Talebanî yê rasteqîn derxin holê. Ji ber ku rêbertiya kesekî çewt nikare civakê ber bi cihê rast ve bibe. Xeta siyasî li aliyekî; Kesê bêîstiqrar ku pirsgirêkên wî yên derûnî hene, tê îdiakirin ku tiryakê bikar tîne, di kuştina mirovan de dudil nîne, bi çavsorî evîndarê desthilatdariyê ye, nikare jiyana xwe ya kesane jî birêxistin bike, loma jî kesekî wiha nikare rêberî ji Kurdan re bike. Bafil Talebanî tenê amûreke di destê hin lobîyên Rojava û berê dij-Kurd de. Armanc pêşeroja Kurdan bi van serokên çêkirî ve were tarîkirin. Serkirdeyekî bi navê Bafil Talabanî nîne. Li pişt “serokatîya” Bafil Talabanî eniyeke dijî Kurdistanê û rêxistineke bazirganî heye.

Divê Kurd hişyar bin…

Pustên heman beş