PKKe bepirsekê xwe bo mirinê îşkence dide

hpg-dilyar-kobani-pkk-pyd-rojava-kurd-kurdistan-mit

Berpirsekê payebilindê PKKê li ser dosyayên dizî, gendelî û ajanîya ji boy îstixbarata Tirkiyê tê desteser kirin û heya mirinê tê îşkence dayîn.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, HPGê baskê leşkerî yê PKKê berpirsekê xwe yê bi navê Dilyar Kobanî ku berpirsê beşa teknîkî yê HPGê ye

bli Rojava bi sûça dizîya pereyan û hebûna pêwendîya li gel sazîya îstixbarata Tirkiyê MIT ê desteser kirîye.

Çavkaniyên pêgeha me dest nîşan kirine ku hewalgîrîya HPGê û asayîşa PYDê li dema lekolîn li gel Dilyar Kobanî de encam day, îşkenceyeke mezin lê kirine û wî jî li jêr îşkenceyê danpêdan kir ku wî ji boy MITê xebitîye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her wiha eşkere kir, paş ku xeter ketîye ser jiyana dilyar ku îşkenceyeke mezin li wî hatîye kirin, niha ew ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneya serbazî ya bi navê şehîd xebat li bajarê Qamşlo yê Rojava Kurdistanê hatîye rakirin.

Hêjayî gotinê ye, li gorî daxuyanyên dewleta Tirk, bi sedan kadiroyên MITê di nava rêzên rêxistina PKKê de hene û Tirkiyê bi rêya wan kadiroyên xwe tam agahîyan li ser PKKê bi dest têxe.

Rêxistina PKKê jî wexta ku dixwaze yêk ji kadiroyên xwe tasfîye bike, wan bi sûça ajaniyê ji boy dewleta Tirk sûçbar dike ji bo ku xwe wusa nîşan bide ku ew li dijî dewleta Tirk tev digere.

Pustên heman beş