Cemîl Bayik li dijî Herêma Kurdistanê şer îlan kir

Ji rêveberên PKK ê Cemîl Bayik di du daxuyaniyên xwe yên bi minasibeta Newroza 2022 an belavkirî de peyama destpêkirina şer li dijî Herêma Kurdistanê da. Cemîl Bayik got, “Bi PDK ê re yekîtiya neteweyî çênabe.”

Di cejna yekîtî û hevgirtinê Newrozê de gotarên dijminkar

Cemîl Bayik di Newroza ku ji aliyê gelê Kurd ve weke roja yekîtiya neteweyî, berxwedan û biratiyê têd pîrozkirin, di her du daxuyaniyên xwe de peyvên kîndar bi kar anî. Cemîl Bayik di du vîdeoyên ku ji bo Newroza Frankfûrt ya li Elmanyayê û Qendîlê amade kiribû de, hewl da Kurdan teşwîqê şerê navxweyî bike û peyama ku wê di demeke kin de dijî herêma Kurdistanê dest bi êrîşê bikin da.

Di axaftina vîdeoya ku Cemîl Bayik ji bo Almanyayê amade kiribû de wiha got: “Jixwe wisa dîyare ku îsal wê pir dijwar derbas bibe. Ji ber ku dewleta Tirk û PDK amadekariya êrîşên nû dikin.” Cemîl Bayik îdia kir ku PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê dike û wiha berdewam kir; “Divê li her qadê têkoşîna xwe ya li dijî îxanet û dagirkeriyê mezin bike. Bi PDK ê re yekîtiya neteweyî pêk nayê, ji ber ku PDK ê tercîha xwe ji bo dagirkeran kiriye û xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.”

Cemîl Bayik di axaftina xwe ya duyemîn a  ji bo Qendîlê kiribû jî heman gotinên xwe yên dijminkar berdewam kir. Cemîl Bayik hîn zelaltir peyam da ku ew ê di demeke nêz de êrîşî êriş bikin herêma Kurdistanê. Bayik di axaftina xwe ya li vir de got, “PDK bi kiryarên xwe yên li dijî dijmin, xeteriyeke mezin li ser gelê Kurd û Başûrê Kurdistanê çêdike.”

Siyaseta hevbeş a bi Îranê re

Rastiya ku dijminkarîya di daxuyaniya Cemîl Bayik de heyî bi êrîşên Îranê yên li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hevdem bû. Ev helwestên dirindeyî eşkere dike ku di navbera her du hêzan (PKK-Îran) de bernameyeke êrîşeke hevpar heye. Herwiha ev hevahengîye jî nîşan dide ku mesele ne êrîşa li dijî PDK ê ye êriş li ser statuya Herêma Kurdistanê ye.

Armanç girtina PDK ê armanç girtina statuya Herêma Kurdistanê ye

Her çiqas PKK hewl dide siyaseta Îranê ya li dijî Kurdan weke nakokiyeke navbera Kurdan nîşan bide jî, di eslê xwe de êrîşkirina PDK ê êrîşe li ser statuya Kurdan e. Ev zêdetirî sed salî ye li dijî kolonyalîs-dagirkeran têkoşîna çekdarî tê dayîn, ev tekoşîn ji bo her çar parçên Kurdistanê hem bûye îlham, hem jî bûye rol-modêl. Hêzekî weke PDK ê ku kultir û şêwazê Pêşmergeyî damezrandî weke dijminê Kurdan destnîşan kirin di bingehde ne tenê plana PKK ê ye plana kolonyalîsta ye. mînakek e û hem jî pêşeng e di têkoşîna li dijî kolonyalîzmê de li çar parçeyên Kurdistanê. dijminê Kurdan ne plana PKK’ê ye, plana kolonyalîstên Kurdistanê ye. Têkoşîna PDK ê motora têkoşîna Kurdistanê ye. Û Herwiha stûna hebûna rewa û yasayî ya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî PDK ew hêz e ku dewletên kolonyalîst, heta yên ku dostê Kurdan xuya dikin jî, di eslê xwe de jê re dijmin in. Ji ber ku êrîşkirina PDK ê êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê ye. Paşvexistina PDK ê paşvexistina Herêma Kurdistanê ye. Ji bo vê jî daxuyaniya rêveberê PKK ê Cemîl Bayik nîşan dide ku her çendî di eslê xwe de PDK ê dike armanç jî, lê ev yek parçeyek ji rojeva kolonyalîstan e ku ji statuya Herêma Kurdistanê nerehet in û dixwazin ev statu were hilweşandin.

Cemîl Bayik îşareta pêvajoyeke xeternak kir

Çavdêrên siyasî difikirin ku Cemîl Bayik di cejneke weke Newrozê de jî gotinên nefretê bikar anîn, nîşaneya pêvajoyeke xeternak e. Çavdêr we difikirin ku PKK plana hin çalakiyên bajaran dike ku rasterast Herêma Kurdistanê bike armanc. Her wiha di nava şîroveyan de tê gotin, wê di meha Nîsanê de êrîşên li ser Hêzên Pêşmerge dest pê bikin.

PKK ev 3 sal in hewl dide ku binesaziya pêvajoyeke wiha amade bike. Di heyama van 14 mehan de 15 Pêşmerge ji ber êrişên PKKê jiyana xwe ji dest dan. PKK ê Midûrê asayîşa Serê Zerî xazî Salih Alîxan bi sûîqesteke bêbext de qetil kir. Her wiha PKK bi ew mûşekên ku Îranê dabû wan li Amêdiyê 5 pêşmerge şehîd kirin. Ango emdikarin bibêjin PKK bi çapemenî û bi kiryaran xwe hewl dide ku kuştina kurdan rewa bike. Daxuyaniya Cemîl Bayik jî nîşan dide ku ev pêvajo dê kûr bibe.

Yanî daxuyaniya Cemîl Bayik tê wateya ku PKK wê li gorî ajandaya Îranê êrişî Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike.

Pustên heman beş