Wê îsal pêngavên provokatîf ên PKK ê çi bin?

Medyaya PKK ê duh daxuyaniyeke bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê parve kir. Di belavokê de gelek daxuyaniyên ku bi polîtîkaya giştî ya PKK ê re li hev digirtin û şopa planên wê yên ji bo pêşerojê hebûn.

Çima Komîteya Karûbarên Derve daxuyanî da?

Rêveberiya KCK ê li şûna ku li ser navê xwe li ser mijarên ku naxwaze rasterast tê de cih bigire, li ser navê hinek komîte û yekîneyên xwe daxuyaniyan dide. Ji ber vê yekê rêveberiya jor berpirsiyariyê nagire ser xwe.

Yanî Komîteya Têkiliyên Derve bi armanca belavkirina nûçeyên derew û manîpulasyonê daxuyanîyan diweşîne. Xuyaye vê carê jî bi heman wezîfeyê ev komîte dibêje “ ew xwedî agahîne ku PDK wê li gel dewleta Tirk beşdarî operasyonan bibe” ango  ji bo belavkirina dezenformasyona hatiye wezîfedarkirin.

Gelo ma PDK piştgiriya dewleta Tirk dike?

KCK bi salan e ku dibêje PDK ê ji bo operasyonan harîkarîay leşkerî dide dewleta Tirk, lê ev tenê gotegot û dezenformasyon e. Heta niha li ser vê mijarê yek delîl û îzbatek tuneye. Ev deh sal in medyaya PKK ê her biharê bi berdewamî di medyayê de radigihîne, “Tankên Tirkiyê ji deriyê sînorî yê Xabûrê derbas bûne, dê li dijî Qendîlê operasyonê bikin, pêşmerge rêberiya tirkan dike û hwd.” Ev nûçeyên bêexlaq û bêbingeh yek ji wan heta îro nehatiye îsbat kirin. Vê carê nûçeyên ku dibêjin PDK dê bi dewleta Tirk re operasyoneke hevpar pêk bîne, tenê berdewamiya zincîra bayên derewan ên berê ye. Qed rastî bo tune.

 Berevajî vê rast e. Eger hêzên Pêşmerge deriyên dabînkirinê kelupelan li Şêladizê-Batûfê, Çoman-Sîdeka rawestîne, wê demê PKK wê çewa lojîstîkê peyda bike.

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî yên di van mehên dawî de bi hin rêveberên dewleta Tirk re, PKK weke bingehê propagandaya “lihevkirin ji bo êrîşê” bikar tîne. Lê di van hevdîtinan de tu rojeva PKK ê li ser masê nîne. Herêma Kurdistanê li herêma herî nazik a Rojhilata Navîne û têkoşîna li ser lingan manê dide. Di vê yekê de divê bi her kesî re hevdîtinê bike û bi her cihî re têkiliyan deyne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşxistina peywendiyan û siyaseta rast hewl dide hevsengiyê bi dest xwe bixe. Ne bi vegotinên romantîk û hemasetê. Yek ji hêzên herî dijminê statuya Herêma Kurdistanê Tirkiye ye. Rêveberên Herêma Kurdistanê goreyî vê rastîyê pêngava davêje.

Hikûmetbûn, hilgirtina barê civak û sîstemekê gavên cidî, berpirsyar û biaqilane hewce dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkên perwerde, tenduristî, çûnûhatin, mûçe, rêveberiya bajaran û bi dehan erkên din re radibe, ne weke komîteya KCK li Silêmaniyê şiqekêde dirûne û gefên bêberpisyar dide.

Herêma Kurdistanê ew hêz nîne ku operasyonên Tirkiyê yên li ser sînor rawestîne. Dewlet tên dagirkirin, lê ew pêkhateyên siyasî yên mezin nikarin pêşiya wan bigirin. PKK li şûna ku rabe û bêje operasyonên dewleta Tirk rawestîne, divê nebe sedema van operasyonan.

PKK çima nekarî dewleta Tirk binbixe?

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê de  tê gotin “PDK ê pêşî li têkçûna Komara Tirkiyeyê girt”. Wekî tava rojê rastî ne eve. Li çiyayên Dêrsimê yên serhildêr gelek caran li pey hev hemû rêveberiya eyaletê hatin tasfiyekirin, li Botanê gerîla nikare bi du kes bigerin, li Amedê gerîla neman û van şeş salên derbas bûyî de dengê yek gulle li bakurê Kurdistanê nehat bihîstin. PKK li Bakur nikare nefesê bistîne, grûpên gerîla têne tunekirin, êdî yekîneyên çekdarên PKK nemane. Îcar kî ji vê yekê berpirsiyar e? gelo ma ji vê rastîya bakur jî PDK berpirsyar e? Kî berpirsyarê dagirkirina Efrînê ye? û hwd…

PKK ji par ve behsa berxwedana “Mamreşo, Zendura, Werxelê, Garê” dike lê ka serkeftina wê? Berxwedan peyvek romantîk lê her gav nayê wateya serketinê. Li pişt peyva berxwedanê tasfîyebûna gerîla ji hêz ketina wê tê veşartin. Mînak tişta li Werxalê qewimî ne serkeftin e. Zendûra bûye gorekî kom ji bo panzdeh bîst xortan li  tunelên mirinê de. PKK ê dewleta Tirk têk nebirî ye. Berovajî dewleta tirk serket, PKK hewl dide vê binketina xwe weke berxwedan destnîşan bike. Ew çi berxwedane ku nikaribe yek bihost erd biparêze.

Ma deste PKK ê çi serkeftin hene ku derbasî Başûr jî bike?

Rastiya berxwedan û têkoşîna PKK ê ya 50 salan tenê derewek mezin e. Ev 50 sal in 4 nifşên ciwanên Kurd hatine binaxkirin. Kurdistan mehkûmî şerekî ne serketî bû, di encamê de gund hatin valakirin û bi milyonan Kurd penaber bûn. Niha li çiya û banîyên Bakurê Kurdistanê tenê mirin heye. Têkoşîn dihat wateya avakirina jiyaneke nû, lê we çima li Kurdistanê jîyan ziwa kir? We ciwanên Kurd li metrepolên Tirkiyê mihtacî parîyek nan û xulamtî yê kirin.

Niha jî PKK dixwaze Başûrê Kurdistanê bi vê qedera xerab a Bakurê Kurdistanê re bişewitîne. Ji ber ku PKK dibêje ez li dijî dewleta Tirk li ber xwe didim, ev der cihê min e, eşîrên qedîm ên Başûrê Kurdistanê nikarin biçin gundên xwe, mînak Sindî, Gulî, Bradostî, Nêrwe-Rêkan, mizîrî û Berwarî neşen biçin ser gundên xwe. Bi dehan gundên Sindîyan li Heftanînê bûn, lê PKK ji sala 1990 î ve nahêle ew biçin ser şûnwarên xwe. Gelê Başûr ew gundên xwe yên mîna biheştê hiştin û koçber bûn. Berwarî Bala ku yek ji beşên biheştê yên Kurdistanê ye, niha jî PKK ê hemû Berwarî Bala li ser tepsiyeke zêrîn pêşkêşî Tirkiyê kir. Hoo birêz KCK, birêz Komîteya Karûbarên Derve ya KCK ê, ka ji me re bibêjin we van 50 salî de we kariye malekê ava bikin an jî bihostek axa Kurdistanê rizgar bikin? na na û na. Na, PKK li tu derê jiyanê ava nake. Ciyê PKK lê be wir mirin, penaberî xwelîserî û derbederî heye.

Di roja Newrozê de hemû siyasetmedarên Herêma Kurdistanê peyama yekîtiyê dan. Di destpêkê de ji birêz Mesut Barzanî, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêmê daxwaza aştî, pêkvejiyan û yekîtîya netewî kir. Lê serokê PKK ê Cemîl Bayik çi kir “îlana şer kir”

PKK dê di demek nêzîk de dest bi êrîşa ser Herêma Kurdistanê bike. PKK wê hemû hêza xwe li dijî Başûrê Kurdistanê bişuxilîne.

Wê Pêngavên provokatîf ên PKK ê çi bin?

1- Beriya her tiştî bi senaryoyek mîna provokasyona sala borî dema digot “Pêşmergeyan li Xalifanê şervanên me kuştin” wê hewl bide gel bi hêrs bike û asta êrîşkariya girseya xwe zêde bike.

2-Ya duyemîn jî, wê di nava herêma Kurdistanê de hin çalakiyên provokatîf pêk bîne. Di van çalakiyan de wê bi şêwazekî kontra tevbigere. Weke mînak wê li qadan êrişî hinek fermandarên pêşmergeyan û hinek mezinên civakê bike. Heta dê hin kesên ku mixalifên Herêma Kurdistanê ne û rexneyên wan hene jî bikuje û bi vî awayî PDK û Pêşmerge tewanbar bike.

3- “Însiyatîfa Parastina Kurdistanê” ku par li Ewropayê hati bû damezirandin û hwd. Dê hin sazî û kesên biyanî derxin pêş û êrîşekî dezenformasyonê li ser Herêma Kurdistanê bikin. Hin saziyên li Ewropayê dê li dijî Herêma Kurdistanê çalakiyan li dar bixin.

4- PKK wê êrîşên mayîn û firokeyên bê firokevan li dijî pêşmerge bê kirin.

Bi kurtasî eger Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK ê hewl bide rastiyan berevajî bike jî, her tişt eşkere ye. Pkk ê plana êrîşa li ser Kurdistanê çêkir û amadekarîyên dawî dike. Ji niha û pê de li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li Behdînan wê di her provokasyonekê pencemûra PKK ê hebe.

Pustên heman beş