Îraq qerebûya reaktora xwe ya etomî ji Israîlê dixwaze

iraq-reactor-israil-1981

Îro Sêşemê Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî serpereştiya civînekê li ser dosya qerebûkirina reaktora atomî ya Iraqê kir, ku di sala 1981ê de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû bombebarankirin.

Di civînê de Musteşarê Wezareta Karên Derve, Musteşarê Wezareta Dadê, Alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, Misteşarê Ewlehiyê yê Dezgeha Ewlekariya Neteweyî, berpirsê dosyaya enerjiya atomê li Wezareta Xwendina Bilind û herwiha dezgehên pêwendîdaramadebûn.

Di civînê de li gor daxuyaniya Şêwirmendê Asayîşa Netewî, dosya qerebûkirina reaktora navokî ya Iraqê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye bombebarankirin û rê û mekanîzma wergirtina qerebûkirina Iraqê li ser bingeha biryara jimare 487 a Encûmena Asayişa Navdewletî hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de hevahengiya mafên Iraqê bi biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî û erkên Hevpeymaniya Navdewletî tekez kirin.

Di daxuyaniyê de ku ji zarê Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê hatiye belavkirin hatiye ku “divê îradeyek ji bo pêkanîna îdiaya mafê Iraqê hebe”.

El-Erecî amaje bi berdewamiya kar û diyarkirina pêwîstiyan bo mijarê kir, ji bo ku piştre ji Serokwezîr re bên pêşkêşkirin û biryar li ser mekanîzmayên danîna mafên Iraqê di vê dosyayê de bê dayîn û kar ji bo vegerandina wan bê kirin.

Operasyona Opera, ku bi navê Operasyona Babilê jî tê naskirin, êrîşeke asmanî ya Israîlî bû, di 7ê Hezîrana 1981ê de hatibû encamdaiyn ku reaktoreke navokî ya Îraqî ya li jêr avakirinê 17 kîlometre (10,5 mîl) li başûrê rojhilatê Bexdayê rûxand.

Pustên heman beş