Ukraynayê bîlançoya herî dawî eşkere kir

russian soldier in ukraine

Serfermandariya Ukraynayê derbarê windahiyên artêşa Rûsyayê yên di navbera 24ê Sibatê û 30ê Adarê de agahî dan.

Li gorî Serfermandariya Ukraynayê, 17300 leşkerên Rûsî hatin kuştin, 131 firoke, 131 helîkopter, 605 tank, 1723 zirîpoş, 305 topavêj, 96 sîstemên roketavêtinê û 54 sîstemên parastina asmanî yên Rûsyayê hatin jinavbirin.

Her wiha hêzên Rûsyayê 1184 wesayit, 7 gemî û keştî, 75 wesayîtên sotemeniyê û 81 firokeyên bêpîlot jî ji dest dane.

Di êrîşên Rûsyayê de 145 zarok hatine kuştin

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Ukraynayê de hat destnîşankirin, di bombebarana artêşa Rûsyayê de 790 saziyên perwerdehiyê zirar dîtine û 75 ji wan bi temamî hatine rûxandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin jî, ji 24ê Sibatê ku Rûsyayê dest bi êrîşên xwe kiriye, heta niha 145 zarok hatine kuştin û 222 zarok jî birîndar bûne.

Pustên heman beş