Swêd bi dûr nabîne tevlî NATO yê bibe

sweden-nato

Serokwezîra Swêdê ragihand, ew bi dûr nabîne welatê wê tevlî hevpeymanîya Atlantîka Bakur NATO yê bibe, ev daxuyanî li demekê ye, wê li rojên berî gotbû: Pêwîste Stokholim di pirsa hevpeymaniyên leşkirî de bê alî bimîne.

Macdilîna Andirson serokwezîran Swêdî di daxuyanîya xwe ya herî dawîn de bas li tevlîbûna welatê xwe Swêdê di hevpeymanîya Atlantîka bakur NATOyê de kir û got: Pirsa tevlîbûna Stokholmê di vê hevpeymaniyê de, yêk ji bijardeyane.

Serokwezîra Swêdê her wiha dibêje: Swêd hertim di mijara hevpeymanyên leşkirî de bê alî bûye, vê helwestê jî xizmeta Swêdê kirîye ji ber ku em ji şeran dûr man, lê belê wexta ku nexşerêya siyasî careke din tê kêşan, pêwîstîya me bi analîzên bêhtir heye û emê hinek biryarên din bigirin.

Hêjayî gotinê ye, partiya Sosyal Demokrat a desthilatdar di konferansa xwe ya payîza borî de biryara xwe ya tevlî nebûna NATO yê dubare kirbû.

Pustên heman beş