Ukrayna: Li Bûçayê sivîl destê wan ji piştê va hatin girêdan û hatin kuştin

buchaya-ukraine

Alîkarê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê Mîhaîl Podolyak ragihand, li bajarê Bûçayê yê ku artêşa Ukraynayê kontrola wê dîsa hilda bin destê xwe, ew rastî hin sivîlan hatin ku destê wan ji piştê va hatine girêdan û hatine kuştin.

Podolyak ji ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyê cesedê li erdê dirêjkirî yê dest ji para va girêdayî parve kir û wiha got, “Cesedên însanên dest ji para va girêdayî yên ku ji hêla eskerên Rûs hatine kuştin, li ser kuçeyan dirêjkirî ne. Hin însan ne esker bûn, bêçek bûn. Aniha li ser xaka dagirkirî çend waqieyên mîna vê tên jiyîn.”

Podolyak di parvekirineke xwe ya din da jî got ku Rûsya ji bo qirkirina neteweya Ukrayanyê şer dimeşîne û wiha got, “Em sempatî an jî ecibandinê naxwazin. Em naxwazin ku hûn li ser navê me şer jî bikin. Em bi tenê tiştekî dixwazin, çekan bidin me ku em sivîlan biparêzin. Tiştên din ên mayî em dê bi xwe bikin.”

Alîkara Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Emîne Ceppayê jî ragihand, li gundê Motîjînê yê Bûçayê cesedên 6 sivîlên 2 jê jin 4 jî jê mêr hatin dîtin ku destên wan ji para va girê dane, gule berdane serê wan û ew kuştine.

Di malperên medyaya civakî da wêne hatin parvekirin wê yekê nîşan didin ku li Bûçayê sivîl hatine qetilkirin, di komgoran da hatine çalkirin û her wiha avêtine binê bîran.

Pustên heman beş