Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand; li sînorê parêzgeha Neynewa, firokeyên şer ên Iraqê hejmarek tunelên DAIŞê bombaran kirin.
Li gor daxuyaniya şaneyê, bombebaran li ser zanyariyên hûr ên îstixbarata serbazî bûn û hêzeke Firqeya 16 ya Lîwaya 75 a Artêşa Iraqê jî li bejahiyê ber bi armancan pêş ketine.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin; çekdarekî DAIŞê hat kuştin û di nav tunelekê de çekdarekî xwe teqandiye û di encamê de jî du efserên artêşê du serbaz bi sivikî birîndar bûne.