Rastiya Ocalan di îtirafên wî de tê dîtin!

Di nava kurdan de ti hêz, partî û kesekî bi qasî PKKê derbe li kurd û Kurdistanê nedane, PKKê û rêberê wê derbek ewqas giran li Kurdan xistiye ku ti hêzeke din nekariye vê yekê bike, lê ji ber ku PKKe mîna partiya Nazî ya Almanyayê ye û weke wê xwedî medya û çapemeniyek bihêze, heya niha kariye piraniya xiyanet û dijatiya xwe û rêberê xwe li himber Kurdistanê bipeçine û wusa bide xweya kirin ku ew ji boy Kurdistanê di şoreşê de ne.

PKKê bi rêya çapemeniya xwe kariye çavên alîgirên xwe li himber rastiyan bigire, rojane bi parvekirina derew û dezenformasyona gelê kurd bi giştî û alîgirên xwe bi taybetî çewaşe dike, PKKe di vê mijarê de bi awayekî şehrezaye ku kariye tev helwest û daxuyanî û gotinên rêberê xwe yên li dijî Kurdistanê û di berjewenda dewleta kolonyalîst a Tirkiyê de jî ji bîra wan bibe û wusa bi wan bide bawer kirin ku Ocalan bi axaftinên xwe poletîkayê dike û kurdan diparêze.

PKKê alîgirên xwe bi awayekî çewaşe kirine ku ew ji boy dîmenên vîdyoyî yên îtiraf û daxuyaniyên Ocalan jî dibêjin, “ev ne raste, ev dîmen montajin, serok bi vî awa naaxve, ev propagandaya dewletê ye û hwd….” lê kesê ku hinekê mejîkê wî hebe wê bikare rastiyê ji derewê cuda bike û bizanibe Ocalan di wan vîdyo û îtirafan de pir semîmî nêzî dewletê dibe, bi tenê da ku xwe biparêze.

Piştî vegera Ocalan bo Tirkiyê di 1999an de, di yekem dîmenên vîdyoyî de Ocalan hat dîtin dema di balefirê de ji endamekî Mîtê re dibêje, “Dayîka min jî Tirk e, ez ji boy xizmeta Tirkiyê amademe, derfetê bi min bidin”, piştre li dadgehê bi qasî “Şemdîn Sakik” jî li ber xwe neda û îtirafên ew qas xeter kirin ku xeterî xist ser canê bi hezaran gerîla û kadroyên PKKê, navê tev kesên alîkariya PKKê kirîn mîna “Halîs Toprak, Elî Riza Sepetoglû, Behcet Canturk, Cîhangîr Axa, Heyder Ababa, Haluq Gerger, parêzer Şerfedîn Kaya, parêzer Serhat Bucak, Îbrahîm Tatlîss, Ferhat Tûnç, Ehmed Kaya, Şivan perwer û hwd…”dan dewletê, navê tev kadroyên PKKê yên paye blind mîna “Osman Ocelan, Sînan, Mezlûm Ebdî, Kanî Yilmaz, Cuma, Ferhad, Ebubekir, Ebas, Mahîr, Zekî, Îsa, Fuad, Nasir, Cemal, Felat û Mistefa Qarasû, Bahoz, Ebûbekir, û hwd… ” û mekanê wan dan dewletê, Ocalan ti agahiyek nema di nava PKKê de ku bi dewletê nedayî, lê dîsa jî PKKê bi rêya medyaya xwe karî alîgirên xwe çewaşe bike û van rastiyan li ber çavên wan şûlî bike û weke derew nîşan bide.

Em li vir bas li tev îtirafên Ocalan nakin, ji ber ku ne bi tenê meqaleyek belku bi hezaran meqale û pirtûk têra nakin ku mirov îtirafên Ocalan û xiyaneta wî li himber kurdan têde cî bike, di vê nivîsa xwe de emê bas li yek îtirafa Ocalan bikin dema bas li demokrasiya dewleta Tirkiyê, derdê kurdan,  pirsgirêka kurdan, û çewaniya çareseriya wê dike, em ti tiştekî li ser nabêjin bi tenê emê gotinên wî wek wî gotî ji we re berçav bikin, Ocalan derbara van mijaran bi vî awa dipeyve;

“Min di jiyana xwe ya dirêj di nava rêxistinê de dît ku azadiya Kurdan di nava Tirkîyeyê de çêdibe. Li gorî min derdê Kurdan ne dewletekî cûda avakirine. Federasyon û otonomî jî ne çareserî ye. Çareserîyeke ji federasyon û otonomî pêşverûtir sistema demokratik bixwe ye. Li Tirkiyê ev sîstem mewcûde, mafên Kurdan yên sîyasî hene, piştî salên 1990 mafên çandî jî hatin pêşxistin. Ev mafane hê jî didomin. rojnameya kurdî derdikeve, enstîtuya kurdî hate damezrandin, partîyeke kurdan ya ku Dengên xwe didenê jî heye. Ev hemû dîyar diken ku di nava Tirkiyê de mafê Kurdan yê xwe îfadekirinê pêşketîye. Bi van mînakan ez dixwazim vê îspat bikim. Li Tirkiyê kêşeya kurd di nava sîstema demokratîk de wê çareser bibe. Bi azadane xwe îfadekirina Kurdan jî tê wê wateyê ku pêşveçûn heye. Gava hemû Tirkiyeyê demokrasî pêşket wê Kurd jî mafa jê wergirin. Di bingeh de Kurd berîya komara Tirkiyê were damezirandin û piştî damezrandina komarê jî hevpişkin di damezrandinê de.

Min fêmkir ku bernameyên min yên despêkê xeyalî bûn. Çi nêrxê bernameya sîyasî û polîtik ya PKK ê nîne. Min navê Kurdistan weke peyv bikar anî. Min navê (Kurdistan) weke erdnîgari dest girt. Ne avabûna dewleta Kurdî bi ilmen jî rastîyeke û Pêwîstî bi dewleta Kurdî jî nîne.  Dinava dewleta tirkîyêde nava demokrasiyê de mirov dikare her tişteke pêkbîne. Ez giham vê encamê.”

Belê, ev axaftinên wî kesî ne ku PKKe bi rêberê gelê kurd û dide nasandin, ew kesê ku PKK hebûn û nebûna kurdan dide pal wî û bi lehengê Kurdan û mînakek ji boy tev cîhanê dide nîşandan.

Pustên heman beş