Putin di bersiva Serokwezîrê Macaristanê de: Ez ê bêm lê bi şert

Putin di bersiva Serokwezîrê Macaristanê de: Ez ê bêm lê bi şert

 Serokwezîrê Macaristanê (Hungary) Viktor Orban ku hevalê Serokê Rûsyayê ye, bi rêya telefonê bi Vladimir Putin re axiviye û jê daxwaz kiriye ku demildest şerê li Ukraynayê rawestîne û ligel serkirdeyên Fransa, Ukrayna û Almanyayê bicive.

Viktor Orban ji Vladimir Putin daxwaz kiriye ku bilez serdana Budapeşte bike ji bo gotûbêjkirina ligel serkirdeyên Ukrayna, Fransa û Almanyayê. Putin di bersiva xwe de diyar kiriye: “Ez ê bêm lê bi şert.”

Beriya niha Serokwezîrê Macaristanê ragihandibû: “Şerê Ukraynayê şerê me nîne, em ne çek û ne jî serbazan naşînin Ukraynayê û em rê nadin alîkariyên serbazî bi welatê me bigihîje Ukraynayê.”

Pustên heman beş