40 Termên gorê bi komê Boçayê, sivîl bûn

bucha-ukraine

Gorekî bi kom li bajarê Boça ê girêdayî Kiyêv a paytexta Ukraynayê hat vekirin, pêtirî 40 termên welatiyên sivîl têde bûn ku ji hêla artêşa Rûs ve hatine qetil kirin.

Birêvebrê polîsên Kiyêvê Andirey Nebîtov eşkere kir, termê 40 sivîlan di gorekî bi kom de li bajarê Boça de bûn, îro hatin derxistin ku ji hêla artêşa Rûsya ve hatbûne qetil kirin.

Her wiha dest nîşan kir, kesên ku hatine kuştin û di wî gorê bi kom de hatine veşartin, temena wan di nêvbera 40 heya 60 saliyê de ye.

Li hefteyên rabûrî dîmenên bajarê Boça yê girêdayî Kiyêvê hatin parvekirin paş ku artêşa Rûsya ji wir vekişyayî, xweyabû ku komkujî li wir hatine encam dayîn, cesedên sivîlan li ser caddeyan hatbûn hiştin, li gorî amarên Ukraynayê, pêtrî 400 kesên sivîl bi destê eskerê rûs li Boça hatine qetil kirin.

Pustên heman beş