Li gor PKKê be, heya sibe Tirkiye wê bê esker bimîne

Li gor PKKê be, heya sibe Tirkiye wê bê esker bimîne

Rêxistina PKKê ji destpêka operasyona dewleta tirk ya dagirker li herêmên Zapê, Metîna û Avaşîn, bîlançoya şer parve dike û li gorî PKKê ji serê sibeha îro heya niha wan kariye 36 leşkerên Tirkiyê ceza bikin.

HPGe ya baskê leşkirî yê PKKê îro roja duşemî 18/4/2022ê, kuştina 40 leşkerên dewleta tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê bi taybet li herêmên “Zap, Metîna, Avaşîn û Basiyan”, anku li navçeyên ku operasyona “Pence – Kilîl” lê hatîye destpêkirin, ragihand.

Medyayê PKKê her li navbera çend saetan wêneyên çekdarên xwe yên zarok parve dike û li jêr de dinivîsîne me ewqas leşker ceza kirine!, lê belê ev agahiyên ku medya PKKê parve dike, ji hêla çi alîyekî nayên piştrast kirin.

Li gorî PKKê ji destpêka operasyona “Penca-Kilîl” heya niha 40 esker hatine cezakirin!!

Pustên heman beş