Komîteya Lêkolînê encama êrîşa mûşekiya Îranê ya li ser Hewlêrê aşkera kir

Komîteya Lêkolînê encama êrîşa mûşekiya Îranê ya li ser Hewlêrê aşkera kir

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdula ragihand, komîteya lêkolîna rastiyan derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê, lêkolînên xwe bi dawî kirine.

Şaxewan Ebdula ev nûçe ji K24ê re piştrast kir û got: “Wê êrîşê maleke sivîl kiriye armanc û ew ji aliyê ti dezgehekê ve bi kar nehatiye.”

Herwaha got, komîte wê êrîşê şermezar dike û wê bi binpêkirineke aşkere dizane û tekez kir ku divê Îran kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê got: “Komîteyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Wezareta Derve ya Iraqê hemû tedbîran ji bo rêgirtin li dûbarenebûna wan êrişan werbigre.

Pustên heman beş