Cînayetek li ser cînayetan!

agire-sor-agire-sor-pkk-cemil-bayik-iran-pasdaran-peshmarga-kurd-kurdistan

Nivîskar, roşenbîr û welatparêzê Kurd “Hamid Guherî” li hesaba xwe a Facebook ê nivîsek derbarê tewana PKKê ya li dijî Pêşmergeyên rêxistina “Agirê Sor” parve kirîye û navên wan Pêşmergeyan eşkere kirîye ku PKKê li sala 2002ê bi fermana Cemîl Bayik teslîmî rejêma Îranê kirî.

Nivîsa “Hamid Guherî” wisa ye:

Sala 1984an, şehîd Mihemed Pênciwînî û şehîd Dr. Rizgar, bi hinek kesên din re, rêxistinek Kurdî ava dikin ku bi “Agirê Sor” nav dikin.

Armanca “Agirê Sor” serxwebûna her 4 perçeyên Kurdistanê bû, vê rêxistinê li ser sînorên di nêvbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de baregehên çekdarî hebûn, hevalekî min ê Facebook ê ku navê wî li cem min parastîye, di hinek nameyan de bas li vê rêxistinê kiriye û dibêje:

Rêxistina “Agirê Sor”, sala 1984ê, ji hêla Mihemed Pênciwînî û şehîd Dr. Rizgar hat avakirin, bi qasî ku li bîra min tê, Mihemed Pênciwînî ji min re bas kir hin caran bi YNKê re rastî şer û pevçûnan hatbû, li meha 6 ya sala 2002ê, PKKê 15 Pêşmergeyên rêxistina Agirê Sor bê çek kirin, û tev li herêma Şino teslîmî Sipayê Pasdarên Îranê kirin.

Navê wan 15 Pêşmergeyan wisaye:

1-            Mihemed Pênciwînî – Sekreterê rêxistinê.

2-            Erselan Çemçemalî – Cîhgirê sekreterê rêxistinê.

3-            Ayşe Gûl

4-            Ayşe

5-            Hejar Qadirî

6-            Eyûb Hunerwer

7-            Behmen Pêykal

8-            Eyûb Heqîqî

9-            Mihemed Mailkî

10-          Piştîwan

11-          Elî

12-          Haşim Nayîb

13-          Saman Qadirpûr

14-          Selahedîn Ruzdar

15-          Kesek din jî hebû ku cihê esefê ye min navê wî ji bîr kirîye.

16-          Ez jî yek bûm ji wan Pêşmergeyên ku li wê demê jiyê min 17 sal bûn.

Ez bi Erselan û Ayşe yê û Eyûb Heqîqî re li Bilndahiyên Hacî Omeran ku baregehê rêxistinê li wir bû hatîn desteserkirin û yên din jî li cîhekê di nêvbera Başûrê Kurdistanê û Şino ya Rojhilatê Kurdistanê “Dola Meydan” ji aliyê PKKê ve hatin girtin û piştî 16 rojan em radestî Sipay Pasdarên Îranê kirin, Mihemed Pênciwînî û Erselan piştî du salan hatin darvekirin û em jî bi 6 heya 15 salan hatin zîndankirin.

Piranîya kesên hatine desteser kirin temenê wan biçuk bû, cihê esefê ye ji ber temenê me ku di nêvbera 17-23 saliyê de bû, hin ji me rastî madeyên hişber hatin, piştî teslîmkirina me û darvekirina sekreter û cîhgirê sekreterî, êdî “Agirê Sor” jî bi xwe hilweşiya, bila ev ji bîra me neçe ku Sipayê Pasdaran hin cara di dema em 16 rojan li cem PKKê di zîndanê de bûyn di nava baregehên vê rêxistinê de lêpirsîn bi me re dikir.

Armanca sereke ya “Agirê Sor” serxwebûn ji boy 4 perçeyên Kurdistanê bû, endamên vê rêxistinê yên hatine girtin ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ji bajarên Şino, Xanê, Mehabad, Sine û Bane bûn du keç jî ji gundê Kanî Spî yê navçeya Deştebêlî ya ser bi Şinoyê bûn.

Bi qasî ku haya min jê heye heya niha jî hin kesên ku ji aliyê PKKê ve teslîmî Îranê hatine kirin û bi zorê madeyên hişber bi wan dan kişandin hêjan madeyên hişberê bi kar tînin, yêk ji wan niha endamê hîzba Demokrate û li Başûr dimîne.

Ez bi xwe jî li ….. Dimînim û karkerim.

Hêjayî gotinê ye PKKê, pêş niha li 1/6/1998ê jî PKKê 9 Pêşmergeyên “Yekîtya Soreşgerên gelê Kurdistanê” şehîd kirin û cesedên wan teslîmî Îranê kirbû û rejêma Îranê jî ji boy tirsandina gelê Rojhilat cesedên van şehîdan di nava bajarê Pîranşarê de di gêrandin.

Pustên heman beş