Cemîl Bayik li sala 2001an 15 Pêşmergeyên “Agirê Sor” radestî Îranê kirin

Ya ruhin û eşkereye ku di reftarên PKK ê da dagîrkerî û talan kirin heye, PKK e dixwaze li her cîhekê be, lê belî yekem car hewl dide rêxistinên Kurdî li wî derê nehêle, piştre wê derê têxe jêr kontirola xwe, ev yek bi zelalî li Şengalê diyar bû, wexta hewla derkirina PDK ê day lê bi tu awayekî ev hewl li dijî dewleta dagîrkera Îraqê neda.
Li Rojava Kurdistanê, her hemû part û rêxistinîn nêzî PDK ê û hêza wê ya leşkirî bi navê “Roj” bê molet hiştine, lê belê bi dehan rêxistinên çep yên Tirkiyê anîne Rojava û kampên leşkirî ji bo wan ava kirine, li Bakurê Kurdistanê rê nade yek rêxistin yan tevger yan partîyeke Kurdî mezin bibe û çalakiyên xwe li gorî siyaseta xwe bidomîne, lê belê li bajarê Dêrsimê bizaveke çep ya Tirkiyê bi moleta PKK ê cî girtîye.
Bûyera Kêleşînê û veşartina îxanetê
Wexta Gerîla gehşitîne cem Pêşmergey, Pêşmergehan got ev mêhvanên mene hatîn, lê belê Gerîlayan sîlah kişand û Pêşmerge desteser kirin
Li Rojhilata Kurdistanê rêxistina PKK ê li sala 2016an de li navçeya Kêleşînê ya di navbera Başûr û Rojhilat de, molet neda PDK a Îranê lê cî bigire û dû Pêşmergeyên wan şehîd kirin, piştre li şûna ku daxwaza lêburînê ji gelê Kurd û malbatên Pêşmergeyên şehîd ketî bikin, ev bûyer weke pîlana dewletên dagîrker da zanîn her wiha çendîn probagindayên dûr ji rastiyê li dijî wan belav kirin, medyaya ku romala wê bûyera dil bi êş jî kirîn, bi medya dije Kurd bi nav kirin.
Helbet ya ruhin û eşkere ye ku amanc ji vê hengava PKK ê peçinîna wê îxanetê bûye ku wan li gelê Kurd kirî, wexta ku li meha gulana sala 2001an, li navçeya Xinêre 15 endamên rêkxistina “Agirê Sor” ku “Mihemed Pêncwînî” jî di nav wan de bû, bi peymaneke jêr bi jêr radestî Îtêlata Îranê kirin, rêxistina “Agirê Sor” li dijî Îranê tev digerîya, li vê demê Cemîl Bayîk li kampa Xinêre ya PKK ê dima, Cemîl Bayîk telîmat dan ku ew Pêşmerge werin desteser kirin, dema çekdarên PKK ê ber bi kampa Pêşmergeyên “Agirê Sor” çûyn, Pêşmergeyan bi hevdû digo “Ev mêhvanin mene hatî”, lê belê çekdarên PKK ê sîlah kişand û her hemû ku hejmara wan 15 kes bûn 2 jin û 13 zilam desteser kirin.
Çekdarên PKK ê 15 Pêşmergeyên Agirê Sor, çav, dest û lingên wan girêdan û radestî Îranê kirin
Di heman rojê de 2 balefirên kopter yên rejîma Îranê ku karbidestên dezgehê îstîxbaratî “Îtêlat” têde bûn, hatin kampa PKK ê ya li Xinêre.
Piştre her 15 Pêşmerge ji hêla PKK ê ve çav, dest û lingên wan hatin girêdan û ji bo nêzîktirîn nuqteya pasewanên sînorî yên Îranê hatin veguhestin.
Mhemed Pêncwînî yek ji wan kesan bû ku piştî hatîye desteser kirin, ji bo Îranê hat veguhastin û li bajarê Ormiyê hat darvekirin, lê tu agahîyek li derbarê rêhevalên wî yên Pêşmerge ku bi destê PKK ê hatine desteser kirin nîne.
Peymana digel rejîma Sedam û radest kirina 6 Pêşmergehên Başûr
Li naverasta meha adara sala 1989an, rêxistina PKK ê ku digel hikûmeta Îraqê de peymanek çêkiribû, wan li sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê cînayeteke din ya qirêj di rasta gelê Başûr û Pêşmergeyên wan de kir.
Her yêk ji Pêşmergeyên bi navê:
Ehmed Kadir.
Sedulla Avdel.
Nizar Mihemed.
Mihemed Hemdî.
Nizmî Wermêlî.
Xalid Wermêlî.
Li wexta ku wan serê xwe di şûştin, çekdarên PKK ê zêrevanîya wan dikir, piştre ev 6 Pêşmerge wunda dibin, hîna niha jî nezelale kanê PKK ê ew şehîd kirine yan radestî hikûmeta Îraqê kirine.
[/vc_column_text][/vc_column][/vc_row]







