Perwerdekirina serbazên Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve dest pê kir

Perwerdekirina serbazên Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve dest pê kir

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand, artêşa welatê wî li Almanyayê perwerdeya çawaniya bikaranîna radar û topavêj û çend perwerdeyên din didin serbazên Ukraynayê.

John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand: “Îro perwerdekirina serbazên Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve, li Almanyayê dest pê kir.”

Kirby diyar kir ku ev perwerde di demekê de ne ku şer li herêma Donbas a Ukraynayê zêde bûye û demeke kin e ku Amerîkayê sîstema radar û topavêj bo Ukraynayê dabîn kirine. John Kirby eşkere kir: “Ev sîstem dê bibin sedema bihêzbûna xweragiriya li rojhilatê Ukraynayê li dijî Rûsyayê.”

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn, perwerde û rahênan bi hevahengiya Almanya û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, li Efrîqa û Ewropayê birêve diçin. Grûpeke serbazî ya Amerîkî ku ji 160 serbazan pêk tê û beriya destpêkirina şer ji Ukraynayê vekişiyabûn, serperiştiya perwerdeyê dikin.

Pustên heman beş