Di bûyera Zekî Çelebî de tîr PKK ê nîşan didin

Di bûyera Zekî Çelebî de tîr PKK ê nîşan didin

Lêpirsîna derbarê bûyera Zekî Çelebî yê ku şeva 17 ê Gulanê dema ji xwaringeha xwe derdiket hete gulle barankirin û jiyana xwe ji dest dayî, hê dewam dike. Heta niha dezgehên ewlehiyê ti daxuyaniyek di derbarê kujeran belav nekirî ye. Hat diyarkirin ku lêpirsîn hê jî didome.

Tevî ku lêpirsîn berdewam dike û heta niha ti agahî li ser bûyerê peyda nebûye, medyaya PKK ê di ajansa Roj News a ku li Silêmaniyê weşan dike manşêtek wiha “Tirkiye û PDK ê Zekî Çelebî qetil kirin” avêt. Sedemên ku PKK sûcdarkirineke bi vî rengî bêyî ku dezgehên ewlehî daxuyaniyeke fermî bidin, gelek balkêş e. Ji ber ku hêza ku Zekî Çelebî tehdîd kirî PKK bixe ye lê ji ber sedemên aborî wî li cem xwe dihêle.

Zekî Çelebî kî ye?

Zekî Çelebî yê ku ev 12 sal in li Silêmaniyê dijî, xelkê navçeya Ercîşê ya bi ser parêzgeha Wanê ye. wî li Silêmaniyê xwaringehek bi navê “Denîz restoran” hebû. Ev xwaringeh ji aliyê kadro û rêveberên payebilind ên PKK ê û her wiha kurdên Bakur û Tirkên li Silêmaniyê tê bikaranîn. Lê belê PKK ê di van mehên dawî de hişyarî daye karmendên xwe ku xwaringehê bikar neînin û guman tê kirin ku di xwaringehê de amûrê deng guhdarkirinê hebin.

Di sala 2017 an de PKK ê îdîa kiribû ku Zekî Çelebî bi Mît a Tirkiyeyê re hevkariyê dike û Zekî Çelebî girtibû.

Zekî Çelebî piştî erdheja Wanê hatîye Silêmaniyê, di demeke kurt de bi kadroyên PKK ê yên li herêmê re têkildar dibe û li herêmê bû rûyê naskirî yê PKK û HDP ê. Zekî Çelebî yê ku bi rêveberên PKK ê, îstîxbarat û komîteya aborî re di nava têkilîyên germ da bû. Piştî ku PKK ê di Cotmeha 2017 an de li Silêmaniyê 2 rayedarên Mît ê binçav kirin, Zekî Çelebî jî bi tometa pêwendî li gel Mît ê hene tê sûçdarkirin. Li ser vê yekê Zekî Çelebî di sala 2018 an de ji aliyê PKK ê tê girtin û wî dibin çîyayê Qendîl. Derbarê hemû hûrgiliyên pêvajoya binçavkirinê de ti daxuyaniyek fermî ji malbata wî û girseya PKK ê ya li Silêmaniyê re nehatiye dayîn. Lê çavkaniyên me diyar dikin ku kadroyên PKK ê bi dizî ve agahiyên gumankar li Zekî Çelebî dikin û wî weke kesek ne emîn destnîşan dikin.

PKK; Têkiliya du endamên Mît ê yên ku me girtin û Zekî Çelebî bi hevra hebûn.

Çavkaniyên me diyar dikin ku kadroyên PKK ê derbarê Zekî Çelebî de ev tişt gotine. “Zekî di salên 1990î de tevlî gerîla dibe, piştî demeke kurt teslîm, tirkan dibe û di girtîgehê de dibe îtîrafkar. Mît ê ev kes şandîye Silêmaniyê. Ew ji bo derbarê me de agahîyan kom bike hatiye wazîfedar kirin. Her du efserên Mît ê yên me girtin qebûl kirin ku Zekî Çelebî li gel wan dixebite.”

Piştî ku Zekî Çelebî ji aliyê PKK ê ve tê berdan, demekê di bin tecrîdê de dimîne. Zekî Çelebî ku beriya niha li ser navê HDP ê bi hin derdoran re hevdîtin pêk di anî, PKK ê têkilya wî bi wilatparêzan re û derketina wî di bernameyên televizyonê de qedexe kir. Di sala 2021an de Zekî Çelebî dîsa tevlî karê PKK ê tê kirin. wî dikin serokê Komeleya Karkerên Mezoptamyayê. Lê guman li ser wî hê jî berdewam in.

Herî dawî PKK ê hişyarî da xebatkarên xwe ku neçin xwaringeha Zekî Çelebî û ev yek jî dibe sedema gumanan.

Darka Mazî serî li wan Bakurîyên Silêmaniyê daye, ew diyar dikin ku Çelebî gelek têkiliyên bazirganiyê hebûne û dibe ku bûyer qet bi sedemên sîyasî ve girêdayî jî nebe. Lê nêrîna serdest ew e ku Zekî Çelebî hem ji aliyê PKK û hem jî ji aliyê Mît ê ve dihat bikaranîn. Yanî bi îhtimaleke mezin welê xuya dike ku Zekî Çelebî bû qurbana têkilîyên dualî yên PKK ê û Mît ê.

Li Silêmaniyê hebûna Mît ê

Silêmanî di van 6 salên dawî de bûye wargeha PKK ê. li hemû taxên bajar sazîyên PKK ê hene. Li vir li ser navê Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê gelek saziyên PKK ê ava bûne. Bi taybetî li vir xebatên perwerdehî, medya û hwd. PKK Silêmanîyê weke navenda îstixbarat û xebatên aborî bi kar tîne.

Lê li Silêmaniyê jî dezgeheke îstîxbarata Tirkiyeyê Mît ê yê gelek bi hêz heye. Tişta balkêş ew e ku hem PKK û hem jî Mît li ser heman dewrûberan dixebitin. Têkiliya gelek karsaz û bazirganên Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyê dijîn hem bi Mît ê û hem jî bi PKK ê re hene.

Serokên Komeleya Karkerên Mezopotamya yên sîxûr?

Bi taybetî Komeleya Karkerên Mezoptamyayê ku PKK ji bo rêveberî û bacgiriyê, ji xwe re weke palpişt bi kar tîne, di vî warî de ev komele xwedî dîrokeke pir tevlihev e. Berê jî du serokên vê saziyê ji aliyê PKK ê bi tohmeta sîxûrên Mît ê hatibûn girtin. Serokê duyemîn ê komeleyê Tekîn Sadak weke sîxûrê Mît ê PKK ê li ser Tv yê ew teşîr kiribû. Di navbera Newroza 2017 û Newroza 2018 an de 16 endamên vê komeleyê bi tometa sîxûrî yê tên sûcdarkirin û gelek ji wan jî hatine girtin.

li Silêmaniyê hinek doranên tarî hene. Li aliyekî Mît, ji aliyekî ve îstîxbarata YNK Zanyarî, ji aliyê din ve îstixbarata Îranê Îtlaat  û îstixbarata hêzên taybet ên PKK ê, îstixbarata YPG, îstixbarata HPG û îstixbarata NLP ya PKK ê li Silêmaniyê li hev dihelingivin. Di nava van hemû têkiliyan tarî de dema ku PKK li Silêmaniyê bi qaçaxçîtî, bace sitandin û karê narkotîkê re mijûl û hwd, hîn zêdetir Silêmanîyê şêlû dike. Ji ber vê tevna têkiliyan, hin kesên ku bi PKK ê re têkildar in hatin kuştin. PKK ê ev bûyere bi armanca propagandayê kirin rojeva çapemeniyê. Lê Zanyarî û PKK ê ev mijar veşartin. wan nexwest ku qatilên rastî eşkere bibin.

Ji ber ku di derbarê bûyera Zekî Çelebî de hê ti agahî tunebûn, PKK ê bûyer avêt ser PDK ê. Hin kesên ku Darka Mazî bi wan re axivîn gotin, “Gel tê xapandin, ti sedem nîne ku PDK Zekî bike hedef. Zekî bûye qurbanê têkiliyên madî yan jî pêşbirka di navbera PKK û Mît ê de.”

Yekta Gever berê ciwanan da ser Kurdistan24

Bi taybetî tê gotin ku êrîşa li ser kenala Kurdistan 24, rêyeke manîpulekirina bûyerê ye. Herwiha hat ragihandin ku êrîşa li dijî kenala Kurdistan24 ê ku li pêşiya saziya pijîşkiya dadwerî hatibû kirin, ji aliyê rêvebera PKK ê yê xebatên Jinê li Iraqê Yekta Gewer ve hatiye organîzekirin.

Girseya PKK ê ya li Silêmaniyê mîna bombeyeke amade ye ji bo ku biteqe. PKK  xwedî girseyeke tevlîhev e ku piraniya wan ji Bakuriyan pêk tê, ji Mît, îtîlaat, Zanyarî,Rojavayî û Rojhilat pêk tê. Di nava girseya PKK ê de hejmara herî kêm ji xelkê Başûrê Kurdistanê ye. Ev girse di hindurê xwe de dikele û bi rastî zîyanek mezin dide Silêmaniyê bi xwe.

Pustên heman beş