Emîrê DAIŞê li Stenbolê hat girtin!

Emîrê DAIŞê li Stenbolê hat girtin!

Tê gotin ku emîrê nû yê DAIŞê Ebû Hesen El Qureyşî li Stenbolê hatiye girtin û Erdogan dê çend rojên din vê nûçê bi fermî ragehîne.

Li gor zanyariyên ku li medya Tirkiyê belav bûne, hêzên emnî yên Tirkiyê hefteya derbasbûyî li ser zanyariyên îstîxbaretî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê birêve birin.

Medya Tirkiyê belav kiriye, piştî ku zanyariya hebûna emîrê nû yê DAIŞê Ebû Hesen El Qureyşî li Stenbolê gihişt hêzên emnî, bi rojan mala ku dihat gotin Qureyşî xwe tê de veşartiye, ket bin çavdêriyê û her liv û tevgereke li wê deverê hat şopandin.

Piştî çavdêrî û şopandina hûr ku bi rojan berdewam kir, operasyona girtina wî hat destpkirin û El Qureyşî hat girtin.

Her li gor zanyariyan, serkirdeyê DAIŞê niha di lêprsînê de ye û dê çend rojên din girtina wî bi fermî ji aliyê serkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ve were ragehandin.

Ebû Hesen El Qureyşî, ku heta niha ti kesî rûçkê wî nedîtiye û wêne û dîmenên wî belav nebûne, sêyemîn xelîfe û emîrê DAIŞê ye. Beriya wî Ebû Îbrahîm El Qureyşî xelîfe û emîrê DAIŞê bû lê piştî ku ew îsal zivistan li herêma Idlib ya Sûriyê ji aliyê Amerîka ve hat kuştin, DAIŞê Ebû Hesen danî şûna wî.

Ebû Îbrahîm jî li şûna Eûbekir Bexdadî hatibû danîn.

Bexdadî jî payîza sala 2019 li Sûriyê di operasyoneka hêzên Amerîka de hatibû kuştin.

Pustên heman beş