PKKê digo wê Başûr ji Tirkiyê re bikîn Vietnam lê ji Kurdan re kir Vietnam!

Piştî serhildana gelê Başûrê Kurdistanê û avakirina Hikûmet û Parlamantoya Herêma Kurdistanê rêberê rêxistina PKKê Evdila Ocalan ragihand emê Tirkiyê bikşînin başûr û başûr li wan bikîn Vietnam, lê belê bi tenê parçeya yekem ji axaftina xwe cîbicî kir, Ocalan û rêxistina wî ku bi destê Mîtê hatiye avakirin, tirkên faşîst kêşî Başûrê Kurdistanê kirin, wan ne bi tenê başûr ji Tirkiyê re nekir Vietnam belku bûn pirek ji boy derbasbûna Leşkirê Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê û dagîrkirina wan çiyayên asê yên ku ti caran bi dirêjahiya dîrokê ti dijminekî kurdan nekarîbûn bikevin wan cîyan.

Ocalan soza ku daye dewleta Tirk bicîh anî

Rêberê PKKê bi vê biryara xwe piraniya çekdarên PKKê ji Bakurê Kurdistanê kêşî başûr kir, di dema vekşîna çekdarên PKKê de hejmarek zêde ya wan bûn qurbanî û di sermaya zivistanê de asê man, birçî man, bê hêvî û bê omêd man lê ti yek ji wan çekdaran ji xwe nepirsî çima divê vekşîn başûr, çima divê qada xebata xwe ji dagirkerên Kurdistanê re bicî bihêlin û derbasî parçeyek azad bibîn û wir ji leşkirê Tirkiyê re bikîn Vietnam, wan ti caran nepirsî çima em Bakurê Kurdistanê ji Tirkiyê re nakîn Vietnam, ji ber ku wan baş dizanî pirsk bi vî awa bi wateya dijatî kirina Apo tê, ev yek jî wê bibe sedem ku bi awayekî werin tesfiye kirin, yan jî weke sîxur û ajanên Mîtê bên bi nav kirin.

Çekdarên PKKê ji herêmên sînorî yên Bakurê Kurdistanê vekişyan Başûrê Kurdistanê û dest danîn ser gundên Berwarî, Nihêlî, Nêrweyî, Rêkanî û Mizuriyan heya digehe herêmên Biradost û hwd… Piştî vê yekê jî hertim PKKê digo emê başûr ji Tirkiyê re bikîn Vietnam, lê belê, berevajî vê axaftina xwe li Başûrê Kurdistanê êrîşî saziyên hikûmî kir, êrîşî partiyên başûr kir, êrîşî tev destkeftiyên kurdan li Başûr dest xwe xistî kir, PKKe şûna başûr ji Tirkiyê re bike Vietnam ji gelê başûr re kir Vietnam.

PKKê li başûr berê lûlîya tivenga xwe da her kesî bi tenê Tirk nebe!

PKKê şerê xwe yê sexte li dijî hikûmeta Tirkiyê veguhast şerê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li şûna li bakur li dijî Tirkiyê şer bikin, got emê biçin başûr û wirr ji Tirkiyê re bikin Vietnam. Li başûr li şûna berê lûliya tifenga xwe bidin leşkirê Tirkiyê da sîngê pêşmergeyan, berê lûliya tifenga xwe da dayîkên şehîdan, da wan pêşmergeyên ku bi salan li çiya may daku başûr rizgar bikin, PKKê li başûr berê lûliya tifenga xwe da herkesî bi tenê tirk nebin!

Ya rast ji PKKê re pir hêsan bûn bakur ji Tirkiyê re bike Vietnam ger bihatiba û PKKe bi destê kurdan bihatba birêvebirin, lê belê PKKeya ku bi destê Mîta Tirkiyê hatiye avakirin, PKKeya ku yek ji endamên Mîtê yê bi navê “Evdila Ocalan” serkirdatiya wê dike, ti caran nikare ne bakur û ne jî ti parçeyek din ji Tirkiyê re bike Vietnam, lê dikare Kurdistana wek buhiştê ji kurdan re bike dojeh, her wek niha ev yek pêk anî.

 PKKê ji bilî ku gundên sînorî yên Başûrê Kurdistanê dagîr kirin, bi awayek pilankirî ev gund tev teslîmî leşkirê Tirkiyê kirin, PKKê bi behaneya herêmên leşkirî rê neda ti gundek sînorî were avakirin, rê neda gundên Nêrweya, Rêkaniya, Nihêliya, berwariya, Biradostiya hwd werin avakirin, ev herême bi “Herêmên Parastina Medya binav kirin” lê sal derbas nabe ku li van herêman venekşe û leşkirê Tirkiyê neyê ciyê wan, PKKê tev herêmên sînorî bi dirêjahiya 35-40 km radestî tirkiyê kiriye, her ku diçe pêtir paşve vedkişe, pêtir xaka Kurdistanê teslîmî Tirkiyê dike û her ku diçe pêtir derewan dike, her dibêje me Tirkiyê têk biriye lê belê her ku diçe pêtir Tirkiyê başûr dagîr dike.

PKKê ji bilî ku rê neda xelkê van gundan vegerin ser gundên xwe û wan gundan ava bikin, belku niha jî piştî ku ev xelke li ciyên dûr ji sînor nîştecî bûy rê bi wan nade bi rihetî jiyan bikin, xwe nêzî gund û bajarên dûr ji sînor dikin daku ji aliyê Tirkiyê ve werin bombebaran kirin û gelê sivîl were şehîdkirin, daku bi vê yekê amûrên propagandayê ji çapemeniya xwe re peyda bikin.

PKKê êrîşî seyranîyan kir ji bo ko maddeyekî piropagindayê ji boy xwe çêbike û dîsa bi hestên xelkî bilîze

Herî dawî li roja 26/5/2022yan xelkê gundê “Zêweserê” ku gundê wan pêş niha di destê PKKê de bû û PKKê niha ew gund teslîmî Tirkiyê kiriye û piraniya wan li Şêladzê û Dêralokê û bajar û bajarokên din yên ser bi Duhokê nîştecî bûne, ji bo ku canê wan parastî be, ji bo ku hevdu bibînin û demên xweş derbas bikin ji Şêladzê çûn ciyek dûr, çûn ciyekî ku 47 km ji Şêladzê dûre, lê li wir jî PKKê canê wan xist xetereyê, li dema ku gel mijûlî pîknîkê bû, çekdarên PKKê 3 roket li baregehê Leşkirê Tirkiyê yê li Bamernê xistin, leşkirê tirkiyê jî berisva vî karê provakasyonê çekdarên PKKê da û bi çekên giran berisva PKKê da, di encam de 3 zarok bûn qurbanî, du şehîd bûn û yeke din jî birîndar bû.

PKKe dikarî xwe nêzî cîhê wan neke, dikarî ji bo parastina canê xalkê ti karên provakasyon encam nede, PKKe dikarî her ti nebe di vê rojê de ti karên provakasyon encam nede lê ji bo ku hin maddeyên propagandayê bi dest bixe, ji bo ku bikare careke din di çapemeniya xwe de êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û bi soza xelkê bilîze ev kare encam da û bû sedema şehîd ketina 2 zarokên 10 salî û birîndar bûna zarokek din, PKKê şahî û ahenga xelkê Zêweserê kir şînî.

Bi Kurtasî, PKKê başûr ji Tirkiyê re nekir Vietnam belku başûr ji gelê kurd re kiriye dojeh, li şûna ku weke şervanên Vietnam li dijî dagirkeriyê şer bikin, bûne pirek zêrîn ji boy derbasbûna tirkên faşîst ji bo Başûrê Kurdistanê.

Pustên heman beş