Bûbê Eser
Heger em carekê li dîroka cîhanê binerin. Em ê bibînin ku di nava her welat û neteweyekî de hin şexs û sexsiyet derketine ku welat bi navê wan tê nasîn. Sedem ji vê jî ew e ku kesên bûne sembola gelê xwe, bi ked û xebatên xwe, bi mejî û bîreweriya xwe, welatê xwe, gîhandinin azadiya wî an jî demokrasiya navxweyî xurtir kirine.
Helbet di welatê me yê bindest de jî gelek qehreman û mêrxas hebûn û tekoşîneke bê hempa li hember dagirkeran dabûn, lê bi ser neketibûn. Di şerê azadiya welatê xwe de wenda kiribûn. Piştî wendakirinê li dû xwe rê û rêbazek, destûr û bernameyeke ku yên li dû wan, dê çawa tekoşînê bidomînin pêk ne anîbûn. Ya jî ew îmkan û zanebûn peyde ne bû bû . Ji ber vê jî yên seranserê Kurdistanê û piştî dabeşkirina wê di nava çar dagirkeran de, li ser nigan mabûn û kurd gihiştin azadiya wan BARZANÎ bûn. Ji ber ku ew xwedî rêbazekê bûn.
Dema em li dîroka Kurdistanê bi tevayî dinerin, dibînin ku gelek serhildan û bexwedan pêkhatibûn. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê piştî damezrandina komara tirkiyê, gelek berxwedan û serîhildanên Kurdan li hember wê komarê pêk hatin. Şer û pevçûnên bê hempa dan, lê hemiyan wenda kirin.
Têkçûna kurdan ya mezin li Dersimê di sala 1938an pêk hat. Miletê me hate qetilkirin, surgun kirin(Koçberkirin). Li seranserê bakurê kurdistanê kurdî hate qedexirin. Li kurdan weha kiribûn ku tu kesan nema diwêrîbûn bigotina: “Em kurd in”. Agirekî weha li kurdistanê pê xistibûn ku heta zinar û çiyayên Kurdistanê jî dihatin şewitandin.
Fermana ji bona tunekirina kurdan dabûn ku kurd nemînin û tu kes êdî nebêjin, ”em kurd in”. Dewleta tirk bi hemî hêz û qaweta xwe, li ser serê kurdan agir pêxistibû ku kurd nemînin û di nava wî agirî de bibin xwelî.
Li başûrê Kurdistanê jî li hember dagirker û desthilata Iraqê Barzaniyan bi hemî hêz û qawetên xwe tekoşîna azadiyê dan, lê mixabin li hember dagirker û hêza Ingîlîzan bi serneketin. Ji bona gelê kurd li başûrê Kurdistanê bi temamî tune nebin. Barzaniyan ji mecbûrî berê xwe dane Îranê ango rojhilatê Kurdistanê.
Dema Barzaniyan dîtin ku tevgera azadiya Kurdistanê bi serpereştiya PDKÎ û bi serokatiya Qazî Muhamed destpê dike. Barzaniyê nemir vê dibîne û ji bona alîkarî û piştgiriya birayê xwe bike. Hevdîtinekê li gel Qazî dike û Barzanî êdî weke hêza Barzaniyan tevlî şoreşa azadiya ku serokatiya wê Qazî Muhamed dikir, bûn.
Komara Kurdistanê li Mahabadê hate ragihandin û nemir Barzaniyê mezin bi rutbeya ango bi pêleya generaltiyê hate xelatkirin.
Lê mixabin vê hebûna kurdan ango Komara Kurdistanê tenê salekê li ber xwe da û li ser destê dewletên navneteweyî têk çû. Piştî têkçûna wir, êdî desthlata farisan jî weke tirkan dest bi qetilkirina kurdan û darvekirina serok û rêberên wan kir.
Barzaniyê mezin rewş baş fêm kir ku heger xwe radestê dagirkeran bike wê êdî kurd nemînin. Loma ew li gel 512 pêşmêrgeyên xwe ji bona nîjada kurd bi temamî neqede, berê xwe dane sovyetê. Li vir çi hate serê wan kêm zêde tê zanîn.
Piştî têkçûna komara kurd û dervekirina serokê wê pêşewa Qazî Muhamed, ne tenê dagirkerên îranê, her çar dagirkeran bi hevre bawerî bi wê yekê anîn ku êdî kurd neman û yên mabin jî dê nema bikaribin dengê xwe derxin û serî hildin.
Lê Barzaniyê mezin ev hewes û kêfa dagirkeran, bi vegera xwe ya ji sovyetê û destpêkirina Şoreşa Îlonê, di qirika wan de hişt û dagirker ji nû de ketin nava tirs û xofekê.
Barzaniyê mezin bi şoreşa îlonê kurd ji nû de zîndî kir û bi şoreşa Gulanê jî asasê dewletbûnê danî ku rojekê kurd li gor wê bi tekoşîn û berxwedana xwe dewleta xwe damezirînin. Weke hebûna îro li başûrê Kurdistanê.
Heger nemir Barzaniyê mezin li gor wê bîrewariya xwe û li gel çend pêşmêrgeyên xwe yên ciwan neçûbana sovyetê û venegeriyabana, hûn bawer bikin niha wê kurd weke milet li ser rûyê vê dinya yê tunebana. Yên bimana jî dê bêdengbana ku heta ew jî bihatana mihandin ango tunekirin.
Ji bona vê ye ku Kurd Barzaniyê mezin weke ”Bavê Neteweya Kurd” bi nav dikin. Ev tespîteke rast û duruste. Divê em kurd bi vê kêfxweş û serbilind bin da ku bavê neteweya xwe Barzanî di her qadê de bi bîr bînin û wê rêbaza ji bona azadî û serxwebûna Kurdan amade kiri bû bi kar bînin. Ji ber ku hebûn, azadî û serxebûna Kurdan di wê rêbaza Barzaniyê mezin de destnîşankirî ye.
Ji ber vê ye Kurd dibêjin: Nemir Barzanî ne tenê serok û rêberê gelê kurd bû. Ew bi destûr, bername û rêbaza xwe bûye bavê Neteweye Kurd.