Rastiyên di derbarê bûyera kuştina Zekî Çelebî

Xwediyê xwaringeha Denîz ya li taxê Bextîyarî yê Silêmaniyê Zekî Çelebî dema ji cihê xwe derdiket, hat kuştin. Bûyer şeva 17ê Gulanê qewimî. Tevî hemû mudaxeleyên tenduristî Zekî Çelebî jiyana xwe ji dest da.

Derbarê kuştina Zekî Çelebî da, heya niha hêzên ewlehiyê aşkera nekiriye ka kujer kî/kê ne. Weke her car, medyaya PKKê bêy ku çi delîlekê nîşan bide, hewl da ku sûçê bêxin stûyê PDKê de. Lê yek ji tohmetbarên serekî yên kuştina “Zekî Çelebî” PKKeye û yê din jî dewleta Tirk e.

Zekî Çelebî li “Ercîşa wanê” ji dayik bûye. Ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyê koçberî bajarê Silêmanîyê yê Kurdistana Başûr bû. 12 salin li Silêmaniyê xwaringehekê birêve dibe. bi gelek yekîneyên PKKê re têkildar bû. Bi taybetî jî bi îstixbarata PKKê û pêkhateyên wê yên ku kesên ji bakur ji bo mebestên siyasî û bazirganiyê hatine birêxistin dike tevdigere. Bi awayekê fermî nûneratiya Baroya HDPê ya Silêmaniyê dikir. Li vir li ser navê HDPê daxuyanî didan û beşdarî bernameyên televizyonê dibû.

Lê PKKe we difikre ku “Zekî Çelebî” xwediyê hin aliyên tarîye û wî ji nêz ve dişopîne. PKKe difikre ku Zekî Çelebî dema li Bakurê Kurdistanê girtî bû, teslîmî dewletê bûye û ji aliyê dewleta tirk ew ji bo karê sîxuriyê hatiye şandin bo Silêmaniyê.

Piştî îdîaya ku di sala 2017ê da 2 kesên ku rêveberên dezgeha îstixbarata Tirkiyê Mîtê bûn ji aliyê PKKê ve hatine girtin, PKKê li Silêmaniyê gelek kes binçav kirin û hindek jî, ji Silêmaniyê derketin.

Zekî Çelebî bi îdîaya ku wî peywendî bi endamên Mîtê yên ku hatine girtin re danaye, di heman demê de bi behaneya ku wî amîrê deng girtinê li xwaringeha xwe danaye da ku guhdarî xebatkarên PKKê bike, heman dem bi tohmeta wê yekê ku Zekî gelek pirsa ji karmendên me dike, wî bi rêkên maddî hevalên me bi xwe ve girêdane, her tim bi asayîşa YNK re têkildar e û hwd… Ji alîyê PKKê ve tê girtin. PKKê Zekî Çelebî di sala 2018ê de bir Qendîlê, demekê di bin çavan de tê girtin. Dûvra tê berdan ji ber ku girtina wî gelek bala xelkê dikişand.

PKK girtina Zekî ji Bakuriyan re wiha diyar dike: “Me ji ber malbat û zarokên wî ew berda, em dişopînin, em dixwazin xwe îspat bike, me şansek da wî. lê ew ê beşdarî tu bernameya televîzyonê nebe, beşdarî xwepêşandanan nebe, nekeve nava xelekê welatparêz”

Payre izin didin ku Çelebî dê di sala 2020an de beşdarî xwepêşandanan bibe. lê du meh beriya kuştina Çelebî, yekîneya îstixbarata PKK ê Navende Lêkolînên Politik (NLP) hişyarî da kadroyên PKK ê ku gumana wan heye ku di xwaringeha Çelebî de amûra deng girtinê hebe.

Di Cotmeha 2021 ê de PKK’e Zekî Çelebî vedixwîne bernameyeke televizyona Medya Haber ê. Di bernameya televîzyonê ya mijara Başûr de ji wî dipirse ku çawa dewleta Tirk pêşniyara sîxuriyê li wî kirîye.

Çelebî beşdarî bernameyê dibe û diyar dike ku ji aliyê Mît ê ve ji bo ajantiyê pêşniyar li wî hatiye kirin û wiha dibêje: Zekî em te baş nas dikin, tu kesek rewşenbîr, nivîskar û tacirî, bi vî awayî pesnê min dida. Em ji we daxwaz dikin ku tu harîkarê me bî.  Ya ku bo min hat gotin ev e. Tişta ku ji min tê xwestin ew e ku Silêmanî ji bo me gelekî girîng e ji ber ku di warê jeopolîtîk de girînge, em dixwazin li Silêmaniyê xebatên rêxistinî hîn bibin.”

Bi rastî jî axaftina Zekî Çelebî ya di Cotmeha 2021 an de kirî pêvajoya kuştina wî ya di Gulana 2022 an, da destpêkirin.

Du Vebijar hene:

Yekem; Dewleta Tirk bi axaftina Zekî Çelebî aciz bû û ji ber ku digot Zekî Çelebî wê agahiyên din bide PKK ê, ew kuşt.

Vebijêrka duyemîn; Zekî Çelebî ji aliyê PKK ê ve hat kuştin. PKK ê ji Zekî Çelebî guman dikir û aciz bibû. PKK bi kevirekê du çûk kuştin hem ji kesê ku jê nerehet rizgar bû hem jî PKK ê ji xwe re amûrek propagandayê çêkir. Her wiha gotara Tv’yê li gel Zekî Çelebî çêkirin şikên li ser PKK ê berteraf dike.

Xwedî derketina PKK ê li cenazeyê Zekî Çelebî wê îhtimalê ku PKK ne kujere ji holê ranake. PKK ê di sala 2002an de fermandar û rêveberê xwe yê 24 salî Nasir-Faruk Bozkurt weke tasfiyekar îlan kir. Ew li Qendîl li gundê Soredê kuşt û di sala 2017 an de bi fermî ew şehîd jî îlan kir.

Bûyera Zekî Çelebî, PKK ê weke malzemeya propagandayê bi kar anî û di wê propagandayê de her tim hewl da ku balê bikşîne ser layên din. Her çiqas bûyer li herêma ku YNK lê bi bandor bû pêk hat jî, PDK hat hedef girtin. Digel ku tu delîl tune ne jî PKK ê wêneyek belavkir û îddîa kir ku kujer çûne Hewlêr ê. Dixwazin fikreke weke “Qatil li Silêmaniyê nîne, vala, vala lênegerin” biafirînin. Çima ewqas dezenformasyon? PKK dixwaze kujerên Zekî veşêre?

Herwiha piştî bûyerê, PKK ê tomarên bernameya Medya Haberê girt, ku tê de Zekî Çelebî ragihandibû, ku dewleta Tirkiyê karê sîxuriyê pêşkêşî wî kiriye. Peyre ev video ya Zekî ji bo şopîneran hate asteng kirin. Çima?

Ger malbat û hezkiriyên Zekî Çelebî dixwazin kujer bên dîtin, divê li dijî îstîsmara hestyarî û manîpulasyona fikrî ya PKK ê ya li ser wan dimeşîne, derbas bikin. Ger em bibêjin PKK ê bixwe tetîka nekişandibe jî lê têkilîyên Zekî Çelebî birî ber mirinê ve PKK ê ava kir û bû sedema vê yekê.

Piştî ku PKK ê bûyera Zekî Çelebî manîpule kirî, niha jî li ser vê yekê dixwaze provokasyonan bike. Komîteya Têkilîyên Derve ya KCK ê daxuyaniyek da û îşaret bi wê yekê kir ku ger bûyerên bi vî rengî dewam bikin, “mafê tolhildanê wê bê bikaranîn”, ew ê li bajaran suîqastên siyasî bikin.

PKK di plansazkirin û nivîsandina senaryoyan de pir pispor e. PKK dikare van suîqastan hem li ser muxalîfan bike, hem jî li ser hinek kesên navdar ên dewroberê xwe. Divê Herêma Kurdistanê hişyarî van hîlebazîyan be.

Pustên heman beş