Amerîka: Em nikarin bibêjin Tirkiye dê êrîşî Sûriyê neke

Amerîka: Em nikarin bibêjin Tirkiye dê êrîşî Sûriyê neke

Lijneya Pêwendiyên Derve ya Senato ya Amerîkayê di rûniştina xwe de behsa metirsî û gefên Tirkiyê kir, ku niyeta Enqerê heye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Hefteya borî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend caran gefa operasyona serbazî li dijî Rojavayê Kurdistanê xwar û dixwaze “herêmeke aram” bi dirêjahiya sînorê Tirkiyê ligel Sûriyê damezrîne. Ew herêm jî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve têne birêvebirin, ku di şerê dijî DAIŞê de hevpeymanê Amerîkayê ye.

Di rûniştinê de Alîkara Wezîrê Derve ya Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara Leaf ji endamên Lijneya Pêwendiyên Derve ya Senatoyê re ragihand: “Rayedarên Wezareta Derve ji gefên Tirkiyê gelek nîgeran in, ew hewl didin ku vê aloziyê aram bikin.

Nûnera Wezareta Derve li ser gefên Tirkiye û nêrîna Amerîkayê eşkere kir: “Tirkiye gelek baş ji nêrîna me agahdar e. Em di asta bilind de ligel wan axivîne. Her liv û tevgerên serbazî li ser sînor bo ser bakurê Sûriyê, ewilî welatiyan dixe metirsiyê.”

Herwiha eşkere kir: “Di pileya duyem de jî gefeke mezin li ber armanca girîng a Hevpeymanan saz dike, xuya ye ku hevbeşên me jî dixe metirsiyê, loma em hewl didin Tirkiyê ji vê serkêşiyê paşve vegerînin. Lê belê ez nikarim bibêjim ku Tirkiye dê paşve vekişe.”

Senatorekî Demokrat li ser vê mijarê ji rayedarên Washingtonê daxwaz kir, divê gelek bi zelalî ji Tirkiyê re bibêjin ku “êrîşkirina ser Kurdên Sûriyê, ji aliyê Amerîkayê ve nayê qebûlkirin. Weke hûn dizanin niha Tirkiye niha gefa wê yekê dixwe ku rê neda endabûna Fînlanda û Swêdê di NATOyê de, çimkî ev welat piştgiriya Kurdên Sûriyê dikin. Loma ez di wê baweriyê de me ku niha dema wê yekê hatiye em gelek bi eşkere ji Tirkiyê re ragihînin ku ev der xeta sor e”.

Her di vê rûniştinê de Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevanî bo Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroul behsa wê yekê kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roleke sereke di proseya têkbirina DAIŞê de lîst, ku nikarin dîsa xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê rêk bixin.

Dana Stroul destnîşan kir: “Divê hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk bidomîne ji bo seqamgîriya herêmê û rêlibergirtina reva girtiyên DAIŞê. Ji bo vê yekê jî divê li wan herêman vejandina aboriyê pêşve bibin.”

Pustên heman beş