Çavuşoglu: Emê êrîşê bikin, emê guh nedin Amerîka û Rûsyayê

Çavuşoglu-rojava

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu careke din hewlên Rûsya û Amerîkayê yên ji bo nehiştina Enqerê ji operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê red kir û tekez kir ku welatê wî dê “tiştê pêwîst bike”.

Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ya li gel NTV de got, “Me gelek caran nerazîbûna xwe ji alîkariya Amerîka ya ji bo YPG’ê anî ziman. Dema mijar dibe ewlehiya neteweyî, ferq nake kî çi dibêje û çi dibêje – Tirkiye di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de çi pêwîst be dike”.

Çavuşoglu destnîşan kir ku “Mafê Rûsyayê û Amerîkayê tune ye ku ji Tirkiyeyê ra tiştekî bibêjin” û wiha got, “Em ji gavên Rûsyayê ne razî ne. Em di vê mijarê de şefaf in.”

Wezîr tekez kir ku “Tirkiye ji bo jinavbirina her gefeke ku ji aliyê Sûriyê ve were serê wê dudil nabe.”

Berî niha Rûsyayê nerazîbûna xwe li hember operasyoneke muhtemel a Tirkiyê li Sûriyê nîşan dabû û daxwaz ji Enqerê kiribû ku bi awayekî aştiyane ji bo rewşa Sûriyê çareser bibe.

Pustên heman beş