Rêveberiya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ragehand, rê ji balefirekî Îranê re nehate dayîn ku li balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê dayne.
Rêveberê balefirgeha navnetewî yê Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragehand: ‘’Biryar bû îro balefireke xetên esmanî yê Îranê yekem geşt li bajarê Urmiyê ve bo Hewlêrê encam bide, lê ji ber çend tedbîrekî yasayî me rê neda dayne balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê.’’
Herwaha got: ‘’Çar roje me daxwaz ji xetên esmanî yên Ata ya Îranê kiriye, zanyariyên temam derbarê balefirê û rêwiyan û ew barê ku helgirtiye de bide, wek tedbîrekî yasayî û asayî wan zanyariyan bidin balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê, lê xetên esmanî ya Îranê red kiriye ku zanyariyan bide balefirgeha Hewlêrê, ji ber wê jî rê nehate dayîn ku ew balefirgeha Îranê dayne.’’