Zêrevanî: Hêzên me rastî ti êrişekê nehatine

Zêrevanî: Hêzên me rastî ti êrişekê nehatine

Efserekî hêza Zêrevanî ya Pêşmerge ragehand, ti êrişek li dijî hêzên Zêrevanî nehatiye kirin.

Îro hatibû belavkirin ku baregeha hêzên Zêrevanî li devera Xazir li deşta Neynewa rastî êrişa mûşekî hatiye û çend pêşmerge jî bûne qurbanî.

Lê efserekî Zêrevanî bi navê Hawar Heme Reşîd li ser vê yekê ji K24 re gotiye, ew nûçe û zanyarî rast nînin û ti êrişek li dijî hêzên Zêrevanî nehatiye kirin û ti pêşmergeyek jî nebûye qurbanî.

Wî efserê Pêşmerge her wiha gotiye, dengê wê teqîna ku hatiye bihîstin jî, dengê teqandina paşmahiyên DAIŞê bû ku li gundê Til Eswed li devera Xazir ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat teqandin.

Pustên heman beş