Artêşa Tirkiyê îro li Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, operasyona bi navê “Eren Dorpêç-20” li dijî çekdarên PKKê destpêkir.
Li gor daxuyanya wezareta karên navxwe ya Tirkiyê, îro roja sêşemî 5/7/2022ê li sînorê Mêrdînê “operasyona Eren Dorpêç -20” li dijî çekdarên rêxistina PKKê hatîye destpêkirin.
Di operasyonê da ku fermandariya cendirmeyan ya bajarê Mêrdînê serkêşî kir, 679 esker ,cendirmeyên qomando û gundparêz têde beşdar bûn.
Piştî bidawîbûna operasyonên zivistanê yên bi navê zincîre operasyonên “Eren” ku heta Eren-34 berdewam bûn, vê carê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi hinceta şerê li dijî PKKê zincîre operasyonên bihar û havînê yên bi navê Eren Dorpêç dane destpêkirin.