Yek ji Fermandarên paye blind yên PKK’ê ku navê wî di lîsta sor ya Tirkiyê de bû di operasyoneke leşkirî li Bakurê Kurdistanê hatiye kuştin.
Li gor medyaya fermî ya dewleta Tirkiyê, piştî ku yek ji endamên PKK’ê di operasyona Eren-Abluka 2yê de li devera Hekariyê teslîm bûbû, di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku “Ridvan Alkan”yê bi kodnavê “Bager Erdal” ku di lîseteya sor de lêgerîna wî hebû di operasyonên Asayîşa Navxweyî de hatiye kuştin. Lêbelê ji bo ku ev yek di nava rêxistinê de nebe sedema belavbûna tirsê, hatiye veşartin.
Her wiha di îfadeya xwe de vî endamê PKK’ê ku teslîmî dewleta Tirkiyê bûye derxist holê ku 1 ji wan her 8 gerîlayên PKK’ê yên di operasyona Leşkirê Tirkiyê ya li devera Hekariyê ku 19ê Tebaxa 2021ê li dar xist bû de, hatbûn kuştin, Ridvan Alkanê bi kodnavê “Bager Erdal” bû ku navê wî di lîsteya sor de hebû.