Wezareta Derve ya Tirkiyê: Em ji bo eşkerekirina rastiyan amade ne

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Em ji bo eşkerekirina rastiyan amade ne

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser topbarana Zaxoyê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Tirkiye ji bo eşkerekirina rastiyan amade ye ku hemû gavan biavêje.”

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hat diyarkirin: “Bi xemgîniyeke mezin ve agahiya wê yekê hat ku îro li navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Duhokê li qeraxa çemekî êrîşek hatiye encamdan û li gor zanyariyên destpêkê, 8 kesan canê xwe ji dest dane û 23 kes jî birîndar bûne.”

Wezaretê destnîşan kir: “Em ji bo kesên ku di vê bûyera dilzîz de canê xwe ji dest dane, ji Xwedê rehmet dixwazin û sersaxiyê di serî de li malbatên wan, li xelkê dost û bira yê Iraqê û hikûmeta wê dikin û ji bo birîndaran başbûna bilez dixwazin.”

Herwiha eşkere kir: “Tirkiye li dijî hemû wan êrîşan e, ku sivîlan dikin armanc. Tirkiye têkoşîna xwe ya li dijî terorê, li gor hiqûqên navdewletî, bi asteke bilind a hestyariya parastina sivîlan, parastina jêrxana sivîl, şûnwarên dîrokî û çandî, dimeşîne. Wisa tê nirxandin ku bi êrîşên bi vî rengî yên ku mirovên bêtawan dikin armanc û çavkaniya wan rêxistina terorê ye, helwesta welatê me ya rewa û bi biryar a li hember têkoşîna terorê tê armanckirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Tirkiye ji bo eşkerekirina rastiyan amade ye ku hemû gavan biavêje.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Em bang li rayedarên hikûmeta Iraqê dikin ku di bin bandora gotin û propagandaya rêxistina terorê de daxuyaniyan nedin û ji bo derxistina encamderên rasteqîn ên vê bûyera dilzîz, hevkariyê bikin.”

Pustên heman beş