Duriziyên parêzgeha Siweydayê projeya federalîzmê ji xwe re weke mafekî xwezayî dibînin û didin zanîn ku ew sîstem dikare mafên xwe û hemû pêkhateyên Sûriyê garantî bike.
Xelkê parêzgeha Siweydayê û Çiyayê Ereban (Çiyayê Duriziyan) îro 18ê Berçile di daxuyaniyekê de nerazîbûn nîşanî şanda xelkê Siweydayê ya ku çûye hevdîtin bi Ehmed Şera re kiriye dan û di daxuyanyê de hat gotin, şandeyê 500 hezar Dolarên Amerîkî di vê serdanê de wergirtine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Armanca vê pêngavê jî ew e ku helwesta siyasî yên gelê me li Siweydayê bikire û hewl bide piştgiriya wan ji Eniya El-Nusra re bidest bixe.”
Federalîzm mafekî rewa ye
Herwiha gotin: “Em van tevgeran wek metirsiyeke rasterast li ser destkeftiyên xwe yên niştimanî û hewldanek ji bo binpêkirina mafên gelê Siweyda û Çiyayê Ereban dibînin, bi taybet ku Heyet Tehrîr El-Şam metirsiya xwe li hember projeya federalîzmê nîşan dide. Federalîzma ku gelê Siweydayê daxwaza wê dike, mafekî xwezayî ji xwe re dibîne, ji bo garantîkirina mafên xwe û mefên hemû pêkhateyên Sûriyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin jî, ev gava HTŞê ji bo têkdana van xalên li jêr in:
1- Binpêkirina destkeftiyên gelê Siweyda û Çiyayê Ereban e:
Projeya federalî ya ku em dixwazin, beşeke ji têkoşîna me ye ji bo garantîkirina mafên hemû Sûriyan e û ne amûrek e ji bo xizmetkirina ajandayên derve yan jî dubare ferzkirina desthilatdariya navendî ya zordar e.
2- Qelskirina helwesta me ya niştimanî:
Danûstandin bi kesayetiyên mîna Colanî yên ku bi teror û tundrewiyê ve girêdayî ne, metirsiyê li ser helwesta me ya niştimanî û têkoşîna me ya rewa çêdike.
3- Kişandina Siweydayê bi nav nakokiyên gumanbar:
Armanca van pêngavan ew e ku Siweydayê bixe nav hesabên herêmî û navdewletî yên ku xizmeta berjewendiyên me nake, dê herêma me li ser hesabê maf û daxwazên me yên niştimanî, veguherîna qada aloziyan.
Banga me wek xelk Siweydayê
1- Redkirina her hevkariyek bi Colanî û hêzên tundrew re:
Em xelkê Siweydayê bi tundî hişyariyê didin li hember qebûlkirina her piştgirî û hevkariyekê ligel Heyet Tehrîr El-Şam û her aliyekî ku ajendeyên wan ên gumanbar hene, ji ber ku ev yek tenê dê binpêkirina maf û destkeftên me bike.
2- Pabendbûn bi daxwazên dariştina destûreke nû:
Em teqez dikin ku tekane çareserî ji bo paşeroja Sûriyeyê û garantiya mafê gelê Siweydayê û hemû Sûriyan, amadekirina destûreke nû ye ji bo garantîkirina dadperwerî û wekheviyê di navbera hemû pêkhate û mezheban de.
3- Xurtkirina yekitiya navxweyî ya xelkê Siweydayê:
Em bang li gelê xwe yê Siweydayê dikin ku bi hev re li dijî van tevgerên bi guman rawestin û ji bo parastina yekitiya navxweyî û destkeftiyên niştimanî, yekrêz bin.
Em wek kur û neviyên Sultan Paşa El-Etraş li Siweyda û Çiyayê Ereban bi awayekî tund, her hewildanên ji girêdana me bi peymanan bi Colanî yan jî hêzên din ên tundrew re red dikin. Em van gavan wek îxanet li daxwazên xwe yên niştimanî dibînin. Em qebûl nakin ku herêma me bibe qadeke hejmûna komên terorist, an jî bibe platformek ta ku ji nû ve desthilatdariya navendî ya zordar li ser Sûriyeyê bê ferzkirin.
Mafên me yên rewa tenê bi projeyek niştimanî ya berfireh ku mafên hemûyan di bin sîwana destûreke dadperwer de garantî dike, dê bên parastin. Çiyayê Ereban dê bimîne keleha rûmet û azadiyê û mîrat û dîroka wê bi sozên derewîn û pereyên gumanbar nayê firotin.
Bajarê Siweydayê
Siweyda li ser çiyayê Ereban e û jê re çiyayê Duriziyan û çiyayê Horanê jî tê gotin. Bajarê Siweydayê 100 k.m li başûrê Şamê ye. Dora nîv milyon kes li wê parêzgehê dijî, piraniya xelkê wê ji pêkhateya Durizî ne û hin Xiristiyanî jî lê hene.