Hunerê Kolacê û Murad Karayilan! – Beşa «2»

pkk-collage-apo-kck-xery-eli-seiyd-riza-dersim-zilan-2
  • Simko Ebdulezîz

Di beşa din a gotara Murat Karayilan de ku di roja 8ê tîrmehê de li ajansa ANFê ya PKKê de hatibû parvekirin ku me bi hunera Kolacê şubihand, Karayilan dibêje îro gelê Tirk ji arteşa dewleta xwe van pirsan dikin:

Hûn li Amêdiyê çi dikin? We gel birsî hiştiye, zaten xeteriya ku hûn li ser Tirkiyê çêdikin mezine, ti îşê we li Başûrê Kurdistanê ye? Hûn nikarin bi kuştinê Partîya Karkeran tune bikin, hûn nikarin bi kuştinê gelê Kurd û doza Kurdan îmha bikin.

Ji xwe Cemal fêm dike ku ev pirs pir lojîkin merov dikare nirxandinên kûr li ser esasê wan pirsan bike, lêbelê ya rast gelê Tirk bi pirsên wisa muxatebî artêşa dewleta xwe nekirine, ji ber ku Cemal ji her kesekî baştir dizane ku gelê Tirk piranî jê çiqas nejadperestin, çiqas nejadperestî dijî gelê Kurd bikaraniye, hûn ji her kesî baştir dizanin gelên 4 dewletên dagîrker teybet Tirk, çiqas ji partiya we hez dikin, partiya ku pêtirî dagîrkeran dijatiya neteweya Kurd kirî.

Ger merov Tirkan baş nas neke û guhdarîya pirsên Cemal jêre dibêje ku gelê Tirk ji artêşa dewleta xwe kirine, wê wisa fêm bike ku Tirk neteweyek pir merov doste û vîneke mezin ji boy Kurdan heye, lê ya rast ne wisaye, ji ber ku hûn ji her kesî baştir dizanin ku pergala birêvebirina Tirkiyê ji boy neteweya Tirk demokiratîke û ji boy neteweyên neTirk faşîst û kevneşope, evca ev netewên neTirk di hundirê Tirkiyê de bin yan dervey sînorên dewleta Tirkiyê bin.

Pirsên ku we li cîhê neteweya Tirk kirine li dijî daxuyanî û analîzên partiya we ne ku berê hatine parve kirin û ji xwe we bi devê xu gotibû: Ev şer AKPê encam dayîe ji bo ku dilsoziya Tirkan di hilbijartina pêş me de bi xwe re bikşîne.

Wate şerkirin dixizmeta AKPê de ye, ev jî du nerînên hevdijin.

Em behsa pirsan bikin û kanê ti bingehek esas girtine û bi ti awayî hunera Kolacê tê de hatiye bikaranîn.

Apê Cemal, ev nepirsên gelê Tirkiyê ne, lêbelê tam yên gelê Kurdin, teybet Kurdên Başûrê welat evan pirsan ji rêxistina PKKê dikin û jêre dibêjin:

Gerîla li Amêdiyê û Garê, Şeranişê û Kanî Masê çi dikin? Hûn baş dizanin Başûr azade û îro rêvebiryeke Kurdî heye, Başûrê ku bi xwîna hezaran şehîdan di şoreşên Îlon û Gulanê de û her wiha û Serhldanê hatiye rizgar kirin, ger ev perçeya welat ya xweser neba hûn û rêxistina hûn temsîl dikin, nedikarîn tê de bimînin yan di yêk metroya xaka wê de baregehên xwe ava bikin.

Kurdên Başûr her wiha ji PKKê dipirse: Êşê we li Başûr çi ye?

Kurdên Başûr di sala 1991ê de serhldan û Kurdistan rizgar kir û bi awayekî demokiratîk parlmento û hikûmeteke Kurdî ava kirin, piştre karîn mafên federalî di destûra bingehîn a Îraqê de bi cîh bikin.

Gelê Başûr dibêje PKKê:

Ev çi siyaseteke hûn dimeşînin ku bingeha wê jinavbirina Hikûmeta Kurdistanê esas digre? Hikûmeta ku bi qasî kevrên çiyayên Metîn û Garê şehîd dane, divê hûn bizanbin ku partiyên siyasî yên Başûrê welat fersendê ji boy we çênakin ku ev hikûmet ji hêla we ve bê têkbirin.

Ev partî tevî ku di nava xwe de yêk jî ne bin, lê belê ev nayê wê wateyê ku wê bi were ji bo têkbirina hevdu bibin dost.

Pustên heman beş