Simko Ebdulezîz
Hunera Kolaj, ku bi Firansî jê re “Pasting” anku zeliqandin tê gotin, teknîkek hunerîye ku tê de materyalên çapkirî an “Vezîvrandî” tên bikar anîn, wek perçeyên rojname, kaxez, qumaş, kaxzên dîwaran, û hwd û li ser tabloyekî yan dîwarekî tên zeliqandin, piraniya caran bi resmê re tê hev kirin. Di sedsala 19-an de, gotarên qutkirî hatin bikar anîn û ew bi tabloyan re zeliqandin da ku ji bo tabloyan terkîbên xemlandî ava bikin. Nêzîkî salên 1912-1913, Pablo Picasso û Georges Braque ev teknîk pêş xistin, perçeyên kaxez, dar, pilastîk, û rojnameyê bi rengên rûnê li ser lewhe zeliqandin da ku metnên razberên balkêş ava bikin.
Weke xweya Murad Karaylan û rêveberên din yên PKK’ê jî dixwazin rêya Picasso û Georges Braque bigrin û vê teknîka hunerî hinek din pêş bêxin! Lê belê, ne bi bikaranîna kaxez, qumaş û hwd belku bi bikaranîna xwîna ciwanên kurd, dîroka kevin a kurdan, wilatparêzên kurd û hwd, û bi vî awa dixwazin tabloyekî ji xeyalên xwe çêkin û xwe bi heyî û neyî yên kurdan bidin naskirin û tev dîrokê bi van kevalên Kolajê tevlî hev bikin û di berjewenda partîya xwe de biguherînin!
Murad Karaylan endamê komîteya rêveber a PKK’ê jî hertim di daxuyaniyên xwe de vê hunerê bikar tîne, herî dawî Karaylan hevpeyvînek bi ANF re encam daye û çendîn tabloyên Kolajê dirust kirîne, lê belê wusa dixuye ev hevpeyvîn çendîn caran hatiye dubarekirin û montaj korin heya ku ev tabloya Kolajê jê çêkirî .
Tabloya yekê ya Karaylan çêkirî:
Murad Karaylan dibêje em liser rêya “Kemal Pîr, Xeyrî Dormoş, Akif Yilmaz û Alî Çîçek” tekoşînê dikin û dirêje pêderên rêya wanin, her wiha dibêje Apo li himber Qetlîam û hovîtiya ku dewleta tirk a li Geliyê Zîlan li dema Şoreşa Agiriyê û Qetlîama li Dêrsimê encam dayî kir bingeha tekoşîna me!
Gelo di vê tabloyê de Murad Karaylan bi ti awa hunerê Kolajê bikaraniye?
1- Şoreşa Agiriyê li salên 1930an de şoreşek kurdî bû û armanca vê şoreşê destxistina mafên rewayên gelê kurd bû û şoreşek bû ku tev tex û çînîn civaka kurdan di nava xwe de kom kirbûn û di vê şoreşê de bi hezaran kesan canê xwe kir fedayî ji boy parastina ziman û çanda kurdî û serokên vê şoreşê canê xwe kir qurbanî vê şoreşê ji bo ku gelê kurd bigihe êncamekî.
2- Komkujiya Dêrsimê li salên 1937-1938an de di encama rijd bûna gelê kurd li ser bi dest xistina mafên xwe yên neteweyî û azadbûna di bin dest dewleta tirk de bû, şoreşa Dêrsimê ew Şoreş bû yaku Seyîd Reza serkêşiya wê dikir û dixwast bi rêya vê şoreşê zulm û sitema dewleta dagîrkar a Tirkiyê li ser kurdan ji nav bibe, e bi awayekî li ser vê armancî dixebitî ku hazir bû canê xwe ji bo bi dest xistina armanca xwe bide, serî li ber dagîrkaran netewand û li dawiyê hat bi darve kirin.
3- “Kemal Pîr û Akif Yilmaz û Alî Çîçek û Xeyrî Dormoş” ew Şoreşger bûn ku bi ti awa serî li himber dewleta dagîrkar a tirk netwandin û dixwestin dewleta kurdî damezrînin û mafên Kurda bi dest bixin û ji boy vê yekê qurbaniyên herî mezin dan û canê xwe ji bo gelê xwe feda kir.
Karaylan hatiye ev berxwedan û ev qurbanîdane û ev tekoşîne û ev armancên pîroz mîna kirasekî li ber wan cangoriya êxistiye û hewil daye bike ber serokê xwe û partiya wî ya ku her kes dizane di xizmeta dewleta Tirkiyê de ne, Karaylan baş dizane ev kesane çiqas li cem gelê kurd pîrozin û her kurdekî wilaparêz xwe bi qerdarê wan dizane, Karaylan hewil da vê ciwaniyê, vê pîroziyê û vê qurbanîdana wan kesan ji boy partiya xwe bihesêbîne.
Ev karê Karaylan dike, mîna karê wî kesî ye yê ku kevlê şêrekî dike ber Mirîşkekê, dibe li wê demê Mirîşk hest bike ku Şêr e, lê Dîkil dizane kevlê kê li Mirîşkê bê kirin wê her bi Mirîşk bimîne û her wê hêka bike. Karaylan jî her cilekê li rêberê xwe û partiya xwe bike, her kes dizane rastiya wan çîye û ji boy çi hatine damezrandin, her kes dizane rêberê Karaylan û partiya wî çêkiriyên dewleta Tirkiyê ne û wê her di berjewendiya tirkiyê de tev bigerin, weke ku niha tev digerin.
Çima em wisa dibêjin?
Em dibêjin şêr her wê şêr bimîne û Mirîşk jî wê her Mirîşk bimîne, Karaylan hewl bide her kirasekî bike ber PKK’ê wê her PKK’eya xizmetkara dewleta Tirkiyê bimîne û wê neyê guherîn, ew mînakên Karaylan di hevpeyvîna xwe de bas kirîn rastiya xizmetkirina PKK’ê bi dewleta tirkiyê naguherin ji ber ku:
1- Ew kesên Karaylan wek mînak bas kirîn daxwaza serxwebûna kurda dikir, lê PKK’e û rêberê wê daxwaza civakek demokratîk ji bo Tirkiyayek hevgirtî dikin.
2- Ew kesên Karaylan wek mînak bas kirîn bahwerî bi netwebûnê hebû, lê PKK’e û rêberê wê heneka bi netewebûnê dikin û weke kevneperestî didin diyarkirin.
3- Wan bahwerî bi ziman û çanda kurdî hebû, bahwerî bi Kurdistanek serbixwe hebû, lê zimanê Tirkî di nava refên PKK’ê de weke zimanê fermî tê bikaranîn û her kesê zimanê tirkî nizanibe weke kesek nezan tê dîtin û rêxistin ti berpirsatiyekê bi wî nade, PKK’e dibêje ziman negirînge.
4- piraniya wan canê xwe kir qurbanîyê azadiya Kurdistanê û tevî îşkenceya giran serê xwe netewandin û yan bi îşkenceyê hatin şehîdkirin yanjî bi serbilindî çûn ber darê sêdaredanê, lê bêy ku zilehek bi rêberê we bikeve, bêy ku were îşkencekirin, hêjan negihiştibû zîndanê dema gotî “ez ji boy xizmetkirina Tirkiyê amademe, min nekujin, dayîka min Tirk e”.