Serdana Serok Barzanî bo Cizîra Botan: morkirina şûnasêye bo kaniya kurdatiyê

Serdana Serok Barzanî bo Cizîra Botan: morkirina şûnasêye bo kaniya kurdatiyê

Simko Ebdulezîz

Çûna birêz serok Mesûd Barzanî rêberê kurdan bo Cizîra Botan li herêma Şirnexê, ne tenê geştek yan serdaneka asayî bû, belku “bangewaziyek” bû ji bo selmandina hebûna me li ser wê axa pîroz.

Dema em behsa Cizîra Botan dikin, em behsa dil û cergê dîroka xwe dikin; ew warê mîr Bedirxan e, landika edebiyata me ya kilasîk û sofîgeriyê ye, û kêliya here bi hêz ya şûnasa me ye.

Dema rêberekî Kurd pê didane ser wê axê, ew axa ku bi dehan sale hewl didin rengê wê yê kurdî jê bibin, ev bi xwe mezintirîn nîşana serweriyê ye.

Cizîra Botan ji bo me , ne parçeyeke erdî ye, belku belgenama tapoya me ye.

Dema birêz serok li wir bi kurdî peyvî û navê pîrozê “Kurdistanê” li wî holê anî ser ziman, weke wê yekê bû ku giyanekê nû berda leşê netewa kurd.

Li wî cihê ku zimanê me lê qedexe bû, serok Barzanî bi kurdî axivî, sînorên tirsê şikandin û îspat kir ku berî ax rizgar bibe, div hizir û bîr û ziman rizgar bibin.

Ji ber ku çi milletek bi tank û topan bi dawî nayên, belku bi nemana ziman û kiltûrê xwe bi dawî dihên.

Dema wî behsa melayê Cizîrî kirî û gotî “Stêrkeke ku hergîz navemire”, eve peyamek bû ku em milletek bê reh û rîşal nînin.

Melayê Cizîrî ne tenê helbestvan bû, belku serê kaniya merîfeta kurdî bû.

Vejandina navê Melayê Cizîrî, wate vejandina canê neteweyî li hemberî wan hemî hizrên rizî yên ku dixwestin kurda ji eslê wan dûr bêxin.

Xala here giring, dema birêz serok gotina melayê Cizîrî dubare kirî ku dibêje: “rêya heqîqetê yeke”, ev dermanê çareseriya birîna me ya navxweyî ye .

Peyam ewe ku: Kurdistan bi nakokî û şerê partiyan ava nabe, belku rêya yekgirtinê ava dibe. Take rê ji bo serkeftina me, vegerîne bo wê “rêya heqîqetê” ku berjewendiya giştîye ne ya kesî.

Her wisa, derkeftina serok Barzanî bi cilên kurdî û cemedaniya sor li nav Cizîra Botan, wekî hildana Ala Kurdistanê bû bêy ku alayek di destî de be. Ew cil bi xwe şûnasa me û şoreşa me divejîne. Nîşandan bû ku “em xwedanên vê axê ne, ne mêvanin.”

Bi kurtî û Kurmancî; ev seredan mijdeyek bû bo tev dost û dijminan: Ku kurd neteweyek zindî ye, xwedî ax û dîrok û şaristaniyet e.

Doza me ne doza kemîneyekê ye ku bi çend mafên biçûk razî bibe, belku doza gelekî ye ku dixwaze bighîje mafê xwe yê rewa.

Weke çawa serok Barzanî nîşan day, Kurdistana mezin berî ku di serê me da ava bibe, di baweriya me da ava dibe, piştre li ser nexşeyê cîhanê tê nexşandin.

Eve jî wê yekê digihîne ku pêşeroj bi diyarî nayê nexşandin, belku em dê bi îrade û hoşyariya xwe, paşeroja xwe di destên xwe da girîn.

Pustên heman beş