Rewşa Herêmî û Pîlana Di Siyaseta Navxweyî ya Tirkiyê de Dimeşe!

Bandora İmralı li ser Rojavayê Kurdistanê!

Di van demên dawî de, dewletên ku axa Kurdistanê di nav xwe de parve kirine, bi awayekî zelal ber bi guherînekî mezin a balansên herêmî ve diçin. Damara sereke ya vê guherînê ew e ku Peymana Sykes-Picot a 108 sal berê tê rakirin û gav bi gav ber bi avahiyek nû ve tê meşandin (lê ev proses wê gelek dirêj bidome).

Bi rastî, ev proses ji sala 1979 an û vir ve, bi guherîna rejîmê li Îranê, şerê 8 salan ê Îran-Irakê û dagirkirina Kuweytê ji aliyê Iraqê ve dest pê kiribû. Bi kurtî, prosesek dirêj a bi dehsalan e.

Piştre Şerê Kendavê, deh sal şûnde hilweşandina rejîma dîktatörê BAASê Saddam Husên, dû re jî şerê navxweyî yê Sûriyê, êrişa 7 ê Cotmehê ya HAMASê (ku yek ji hêzên proxy yên Îranê ye) li ser Îsraîlê û prosesa tasfiyekirina van hêzên proxy û êrişên li ser Îranê…

Bi van hemûyan neştera herêmî didome.Yek ji perçeyên vê hevkêşeya dimeşe Tirkiye ye jî, ku bi Peymana Sykes-Picotê li ser parçeyekî axa Kurdistanê bi awayekî çêkerî hatiye avakirin.

Li ser axa ku ji aliyê Peymana Sykes-Picotê ve hatiye sêwirandin û bi taybetî li ser axa Kurdistanê, berxwedan, li dijî neheqiyê rabûn, aloziyên navxweyî û daxwazên mafan tu carî ranewestiyane. Li van dewletên bi çêker ku hatine avakirin, bi taybetî li Kurdistanê, ji bo tepeserkirina berxwedanan rêbazên leşkerî yên hovane hatine bikaranîn, gelek xwîn hatiye rijandin û bedelên giran hatine dayîn.

Tirkiye jî ji vê rewşa nû haydar e. Ji dawiya 2024 an û destpêka 2025 an ve bi banga Devlet Bahçelî ya “serokê rêxistina terorê bêye Meclîsê û banga bêçekbûnê bike” prosesek nû dest pê kir. Ev ne “çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê” ye, wekî ku Abdullah Öcalan û hêzên wî îdia dikin; di esasê xwe de stratejiya tasfiyekirina hebûna milî ya miletê Kurd, bi awayekî nûjenkirî ye.

Bi kurtî: Dewleta Tirk fêm kir ku bi şerê tam 101 salan, bi stratejiya leşkerî, bi înkar, qirkirin, sirgûn, zîndan û polîtîkayên asîmîlasyonê nikare tevgera milî ya miletê Kurd têk bibe. Ji ber ku bi vê guherîna herêmî re Federasyona Kurdistana Başûr derket holê û 22 sal in Kurd li Başûrê Kurdistanê dewletê ava dikin; têkiliyên wan ên herêmî û navneteweyî hene.

Bi şerê navxweyî yê Sûriyê re li ser beşek ji axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî statuyek de facto çêbû. Piştî hilweşandina rejîmê, di “avakirina Sûriya nû” de îhtîmala ku Kurd li ser beşek ji axa başûrê Rojavayê Kurdistanê bibin xwedî statûyek xweser û ev yek li asta navneteweyî bê qebûlkirin jî di nava îhtîmalan de ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî kevneşopiyeke têkoşîna milî ya miletê Kurd, a dînamîk heye û li ser piyan e! Rêxistineke leşkerî ya girîng a Kurd li ser van beşên axa Kurdistanê heye. Gava em van hemû avantajên milletê Kurd hesap bikin, em dibînin ku dewleta Tirk ketiye qonaxekê ku bêçarebûna leşkerî bi bêçarebûna siyasî telafî bike. Di vê qonaxê de bêguman Abdullah Öcalan û rêxistina wî wekî amûr tê bikaranîn ji bo ku Kurd bikevin nava vê prosesa nû.

Dewleta Tirk, bi têgehên tevlihevkar, bi ezdenyarên civakê re prosesa nû wekî “r-organîzekirina dewleta tirk” û bi fen û fûtên xurtkirina destê îktîdarê bi kar tîne. Bi zelalî dibêjim: Vebijarka ku li ber milletê Kurd tê danîn ev e:

An bi derewa “neteweya demokratîk” re bibin hemwelatiyên newekhev yên dewleta Tirk, asîmîle bibin, entegre bibin û di nava saziya dewleta Tirk de bi pilanên “tirkîyeyîbûnê” re bihelînin,

An jî bi danîna îrade û hebûna xwe ya neteweyî, têkoşîna avakirina dewleta xwe an jî saziya xweser bidomînin.

Dîrokê nîşan daye ku pirsgirêkên milî yên miletên bindest, ne bi çîrokên “entegrasyonê” an “bi hev re jiyanê” çareser dibin; bi mafê çarenûsa xwe bi xwe diyar kirin ê milletê bindest çareser dibin. Aştî û aramiya rasteqîn tenê bi bûyîna subjekt a milletê Kurd mumkun e, ne bi “paradîgmaya nû” ya dewleta Tirk.

Armanca “paradîgmaya nû” ya ku niha di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de dimeşe ev e: Abdullah Öcalan wekî siyasetmedarê meşrû derxe bazara siyasî, bi vê amûrê Kurdan bixe nava çarçoveya plana xwe, di pêşerojê de zeminê koalîsyona AKP-MHP-DEM Partiyê amade bike û bi derewa “Kurdan bikin hevparê îktîdarê” bigihîje armancên xwe.

Ji bo vê jî bi destê DEM Partiyê lingê CHP’ê yê li Kurdistanê tê birîn, CHP bi rêya Öcalan û DEM Partiyê tê qelskirin û rê li ber wê şêweya îktîdarê ya behskirî tê vekirin. Di eslê xwe de yên ku di van salên dawî de CHP anîn Kurdistanê jî dîsa ew bûn.

Erka ku dikeve ser milê Kurdan ev e: Dînamîkên xwe yên milî ji van planan dûrbixin û xwe ji bo sêwirana nû ya herêmê bi rêxistin bikin û xurt bikin.

Pustên heman beş