Nameyeke vekirî ji Murad Qarayilan re

Simko Ebdulezîz
Ger di nava partiya te de kesek mabe û bi dirustî tama şehîdbûnê bizanibe, ew kes tuyî, tu ji her kesek din bêtir “giraniya xwînê” dizanî, te axa ku têkilî bêhna barûtê bûye, bêhin kirîye, te germahiya laşê hevalekî xwe hest pê kiriye dema di nava destên te de canê xwe ji dest dide, tu baş fêm dikî ka çiyayên Kurdistanê çewa bûn gorên bi kom ji ciwanên kurd re.
Tu bêhna wan dizanî… Tu wateya “dewleta kurdî ya mezin” dizanî, ne li ser kaxez û nexşeyan, belku ji goşt û hestiyê wan lehengan yên te bi destên xwe û di şevên tarî de sipartine axê.
Gelo çima îro hûn şerm dikin û bi dengeg dilêr û zelal nabêjin “Kurdistan”?
Çima dema behsa dewleta kurdî tê kirin, lêvên we dilerizin û kesek neşareza be wê wisa bifikire hûn basî tawanekê dikin?
Çima we xewna sedan salan kir dirûşmek teysok û vala ku yên dibêjin jî fêm nakin?
Çima we rêyek girt ku tê de “welat” di nava hevûkek biyanî de bi navê sosyalîzma reel, Demokrasîya Gelan were berzekirin?
Ma armanc bi dawî hatiye?
Ma hûn westîyane? Yan jî we ew wêrekî nemaye ku rastiyê wek xwe bibêjin?
Tu baştir ji her kesek din dizanî ku kesên şehîd bûn û canê xwe feda kirin ne ji boy “têkelbûna çandî” û ne ji bo felsefeyeke bêy ax û bêy nexşe bûye.
Ew di dol û nehalên Botanê, Dêrsimê, Zaxoyê û Kobaniyê neketine daku neteweya kurd bibe risteyek bê reng di gotareke teorî de.
Wan di şevên tarî û sar de hêsir nebarandine heyaku rojek were û alayê pîrozê Kurdistanê bi axaftinên şûlî were guherandin, axaftinên ku ti raman tunene ji xeynî revîn ji rastiyê.
Tu pêş hemû kesek din dizanî, şoreşa bêy armanceke netewî ya zelal, dibe mij û duman. Mij û duman jî îxanetê di nava xwe de vedişêre.
Mezintirîn îxanet ne ew fîşeke ya ji piştê ve li mirovan dikeve, naa.. Îxaneta here mezin eve ku piştî xwîn zuha dibe, tu werî û ramana wê xwînê biguherî.
Vê demê de ji xwe şerm neke, ev ne dema bazarkirinê ye, ev ne dema nermatiyê ye, ev ne dema xwe veşartina li pişt felsefeyeke biyanî ye, destberdana ji doza kurdî “pêşketina fikrî” nîne, belku “revîna siyasî û xîyanet e”.
Guherîna xewna dewleta kurdî bi pirojeyeke nediyar yê navê demokrasîya gelan, jêkirina menewî ya serê şehîdane.
Rastiya di hundirê dilê xwe de bibêje, bera ku zimanê te wê rastiyê bibêje.
Bibêje, me paşveçûn kir, me dest jê berda, me pişta xwe da rêya dewleta kurdî ya mezin, me rê da ku doz di hundir de were dizîn.
Ger tu nikarî yan hez nekî vegerî ser rêya rast, her ti nebe wateya welatparêziyê sexte neke. Xwîna şehîdan neke qurbaniya wan dirûşmên ti peywendî bi wan ve tuneye, rê nede dîrok nefretê li navên me bike.
Gelo ger niha canê şehîd “Sebrî Têndûrîk” li hemeber te bisekine, tu dikarî temaşey çavên wî bike û jê re bibêjî: te ji boy demokrasîya gelan şer kir? Gelo tu dikarî vê yekê jê re bibêjî, yan jî wê dengê te di geriya te de hişk bibe?
Doz hêjan saxe û nemirîye, lê vaye her roj bi bêdengî hûn dimirînin.
Heger pêwîst be peyva dawiyê were gotin, bila ew peyv ev be: “yan em vegerin ser rêya dewleta kurdî ya mezin, yanjî bila em hemû bêdeng bin, ji ber ku bêdengî pirr ji xapandinê bi şereftir e.