Dargeha îmraliyê û rewşa Kurdan

Gav bi gav berbi Serxwebûnê ve…

Bûbê Eser

Bi qasî fêm dikim û tê digihêjim, li Îmraliyê komîteyek bi navê hilweşandina hizra kurdistanê ji dilê kurdan derxe, hatiye damezrandin. Hemî kar li gor wê tê bi rêvebirin da ku kurdan bikin tirk. Ev jî projeya zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî yê ye. Xebatên tunekirina kurdan jî li ser navê Evdila dikin. Ji xwe Evdila jî yek ji endamê wê komîtê ya herî mezin û bi bandor e.

Kar û barê vê komîtê li gor berjewendiya tirkiyê ku bi destê zilamên dewleta kûr tê meşandinê. Karê wan jî ew e ku kurdan hêdî hêdî li ser navê aşitiyê, fikra ji kurdistanbûnê dûrxistinê, dikin. Yanî dixwazin kurdan ji ruhiyeta kurdewariyê dûr bixin.

Sedema Baxçeliyê ku berê navê kurdan dibihîst weke cinên çav li hesin bikeve, dibû. Wî berê tu caran jî navê kurd nedianî ser zimanê xwe ku îro dibêje kurd û tirk brane(!). Li ser navê bratiyê dê kurdan tune bikin. Ji ber ku niha cih li wan teng bû ye.

Dema Atatirkê wan jî weha bû. Bi saya kurdan komara xwe damezirand. Berî damezrandinê digot in: ”Ev komara tirk û kurdan e. Em brayê hev in”. Piştî ku bi serketin kurd qirkirin, wêran kirin û sirgûn kirin. Îro jî vê dibêjin. Ji ber ku ew dizanin li pêşiya wan çi heye.

Guherandinên li rojhilatanavîn tê kirin, ne pêkane ku tesîr û bondora xwe li tirkiyê jî neke. Ev tê wê watayê ku îro hemî desthilata tirkan dixwazin bi saya Evdila, xwe ji vê tofanê azad bikin. Yanî damezrandina komara dudan li ser asasê bûyer û kiryarên damezrandina komara tirkan ya ewil têne meşandin. Plan û proje yek in. Lê li igor cih û zemên guherîne.

Piştî vê zanînê divê kurd çi bikin? Bawer bikin herkes dizanin divê çi bê kirin. Lê nakin. Bala xwe bidinê biryarên ji Îmraliyê derdikevin, bi rêya DEMê li tirkiyê û Kurdistanê têne belavkirin. Em jî tenê temaşe dikin û nikarin derewên wan bi xelkê bide fêmkirin.

Mirovên ji şer û pevçûnan, ji kuştin û wêraniyê aciz bûne, bê ku karibin başî û xerabiyên vê pêvajoya bi navê aşitiyê bifikirin, erê dikin.

Ji ber ku mirovên westiya yî, bê kar û bi zikê birçî nikarin bi awayekî maqûl bifikirin. Li gor wan rawestandina şer wê hemî başiyan bi xwe re bîne.

Helbet rawestandina şerê çekdarî baş e. Lê gelo li pişt vê rawestandinê çi heye û dixwazin çi bike, tê zanîn? NA. Ji ber ku her tişt li paş deriyan tê meşandin. Tiştên li paş deriyan têne axaftin û li ser wan biryar tê girtin, tarî ne. Ji xelkê re bi awayekî din tê gotin û şirovekirin.

Ji bona miletekî westiyayî şer û kuştin nebe, baş e. Miletekî westiyayî û bindest nikare weke serdestê xwe di meselayan de şareza bin. Ev kar, karê partiyên siyasî ne ku divê ew jî bi hevre vê bi awayekî vekirê ji xelkê xwe re bêjin û binivîsînin.

Ji ber ku hêzek xurt û neteweyî li bakurê Kurdistanê tune ye. Daxwazên Evdila û yên li ser navê wî têne gotin, di nava civatê de cihê xwe digire. Her çiqasî di destêpê de qels jî be. Wê roj bê êdî ev ê bibe perçak ji jiyana miletê me.

Ji ber vê dibêjim, Îmraliya niha bûye cih, war û biryarên tunekirina kurdan li bakurê Kurdistanê. Helbet daxwaza bêdengkirina rojavayê kurdistanê û teslîmbûna wane jî. Ji ber vê ye ku desthilata tirkan dibêjin û tînin zimên: “Şaşiya me li başûrê kurdistanê kiriye, em ê li rojavayî kurdistanê dubare nekin”

Ya rastî Evdila û dewlet gelekî kûr û dûr li ser vê meselê rawestiyanin. Ev projeyeke ku bi kêmanî ya sed salên pêş e. Pêşî li vê projeyê girtin, bi saya yekitiyeke neteweyî ya bakurê Kurdistanê ye.

Li gor min heger ev proje bi serbikeve, mirov dikare bêje ku hema hema kurd li bakurê Kurdistanê weke kurd diqedin. Yanî wê bibin weke qalikekî pûç û bê wate.

Ji bona pêşî li vê bêgirtinê li ser asasê xeteke neteweyî hatina ba hev ya partiyên kurdistanî ye. Heger ew îro vê nekin. Sibê wê hesabê mezin berê ji wan bê xwestin.

Heger rewşenbîr, dîroknas û zanên vî miletî, vê ji gelê xwe re nebêjin û nenivîsînin, ew ê jî bibin gunehkarên dudan ku efûkirina wan jî dê zehmet e.

Divê em ji bîr nekin ku dîrok her tiştekî dinivîsîne. Başî û qenciyên me. Xerabî û nebaşiyên me. Kêmanî û şaşiyên me, têne nivîsîn. Heger em îro wê nebînin, wê sibê zarok û nebiyên me, vî hesabî bidin.

Loma dibêjim: Ne mafê me ye ku em zarok û nebiyên xwe ji ber kêmanî û çewtiyên xwe bişewitînin. Divê em ji wan re dîrokek paqiş bihêlin ku ew nebin gunehkarên di ber me de.

Armanc û xebatên îro li Îmraliyê têne meşandin, ne ji bona mafgirtin an demokrasî anîna kurdan e. Qedandina wan e ku ew jî weke kêmneteweyên din bibin tirk.

Ji ber vê ye ku desthilata tirkan, îmralî kirine dergehek û aqilmendê wan li gel Evdila li wir projeyên mezin amade dikin ku kurdan bi çi rê û olaxan tune bikin…

Pustên heman beş