Şaxa Partiya Ebdulla «PKK’ê» li Kurdistana Sûriyê – «1»

  • Mahir Hesen

PYD di bin sîwana Sîstema Partiya Ebdullah û di bin sîbera wê de ji dayik bû û rêz li sîstema PKK ya navxweyî û pirojeya wê ya pirsegir û nezelal girt. Ebdullah yekem car di sala 1998an de dixwest li Sûriyê PYD damezrîne, ev yek jî bo bikaranîna mebestên siyasî, û bitaybet dema hewl dida ku radestkirina desthilata PYD û serkirdayetiya wê bide dest efserê şaxê îstixbarata Sûrî (Merwan Zerkî), ku Ebdulla Ocalan destnîşankirina efserê ereb bo rêbertiya PYD di wê demê de wek lîstokeke siyasî ya girêdayî berjewendiyên wan nirxand, û ew dê sûd ji prosedur û desteka Baas ya Sûriyê werbigirin, lê piştre pêk nehat.

Sedema ku konferansa yekem a PYD di sal 1998-an de nehate li darxistin, amadekirina artêşa Tirk li ser Sînorê Sûriyê û derketina Ocalan ji Şamê bû. Ocalan piştî girtina xwe însiyatîfek ji bo nêzikbûna kurdan derxist, lê di rastiyê de ji bo Tirkan bû, bi avakirina 4 partiyên kurdî ku di bin fermana wî de tevdigerin, banga hilweşandina PKK kir. ji bo wê yekê li Çiyayê Qendîlê li Herêma Kurdistana Iraqê plan kirin. Gava yekem ew bû ku navê xwe biguherînin û bikin Konferansa Azadî û Demokrasiya Kurdistanê, piştî wê jî navekî nû hat ragihandin ku Yekîtiya Civakên Kurdistanê ye û di dawiyê de pêşniyara navê sîstema Civaka Demokratî hat kirin. Li ser pêşniyara Ocalan di sala 2002’an de Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê ku baskê Partiya Karkerên Kurdistanê li Iraqê ye hat ragihandin û di sala 2004’an de jî “Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, şaxê PKK” li Îranê hat ragihandin, li Sûriyê jî, hewla belavkirina îdeolojiya faşîst û vejandina wê di nava bedena tevgera Kurd de bêpar nema.  Di sala 2003’an de bi zihniyeteke faşîst û hovane gava bingeha damezrandina a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD hate avêtin û hate lidarxistin.

Yekemîn Konferansa damezrandinê li Qindîl hate lidarxistin

Di konfêransa damezrandina partiya PYD di 2003-an de, “PKKê” Fermandarekî leşkerî, ji Kurdên Sûriyê, Kemal Şahîn, ji bo birêvebirina konferansê erkdar kir, û paşî partiyê Dr.  Zerdeşt Haco, ku li Almanyayê rûdine, wek serkirdeyê partiyê destnîşan kir, lê Haco red kir ku serokatiya Partiya PKKê a Şaxê Sûriyê bigire.

Heya ku Şahîn ev mijar girtibû ser xwe, lê di demeke kurt de, Şahîn xwe jê vedikişîne û damezrandina partiya (Peymana Niştimaniya Demokratîk a Kurd li Sûriyê) ragihand, lê zûtirîn dem de PKK’ê ew tasfiye kir(di 14/3/2005 de Şahîn terrorkirin)

Piştî vê bûyerê PKK kesekî sivîl bi navê Barzan Mihemed ji bo serokatiya PYD hilbijart û piştî wî Salih Muslim bû serokê partiyê û piştre Şahuz Hesen… hwd.

Piştî ku Ocelan perwerdehiyeke xurt ji rejîma Sûriyê wergirt, dest bi qonaxa nîşandana wî ji medyayê re weke qehremanek û lehengekî rizgarkarê Kurdan kirin, lê ev yek dirêj nekir li Kurdistana Sûriyê û sedem jî derketina Ebdullah bû. Piştî ku Ebdullah reviya piraniya kurdên ku bidilekî paqiş dixebitîn di gel PKKê bûne qurbaniyê danûstandinên di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de û ev yek jî tê teqes kirin ku Ebdullah û partiya wî bi plan hogirên xwe ji kurdên Sûrî xabandin, û ji bo ku xwînerên gotarê pişt rast bikim, partiya Ebdullah ti daxuyanî derbarê kiryarên rejîmê li dijî alîgirên xwe neda.

Bi piştguhxistina Kurdistana Sûriyê û girîngî nedana wê ji aliyê Partiya Ebdullah ve(PKK) diyar dibe, tevî ku di nava PKK de ji kurdên Sûrî yên xwedî biryar hebûn weke Rûstem Cûdî, Şahîn Cîlo, bi nasnav Mazlûm Kobanî, Bahuz Erdal, Xebat Derkî, Nûredîn sofî û gelek navên din, hemî bê deng bûn û ti daxuyanî nedan.

PKK banga pabendbûn û razîbûna tam rêjîma baas li Sûrî dike, û li ser vê yekê jî di hevpeyvînekê de a kanaleke medyayî ya Tirkiyê di sala 2011an de ligel cîgirê serokê berê yê Sûriyê Ebdulhelîm Xedam (ku wek destê Hafiz el-Esed ê rast dihate nasîn) behsa hatina Ocalan bo Şamê kir û wiha got: “Birayekî Hafiz El-Esed bi navê Cemîl El-Esed, ku di Kanûna 2004’an de jiyana xwe ji dest da, di Tîrmeha 1979’an de roleke girîng di amadekirina rûniştina Ebdullah Ocelan li Sûriyê lîst. ku Cemîl el-Esed Ocelan anî li dijî Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe, tevî ku min dijayetiya wê kir, wek cîgirê serok berpirsê siyaseta derve.  Cemîl Esed nêzîkî Ocelan bû û Hafiz al-Esed rasterast bi Ocelan re hevdîtin nedikir, lê dem bi dem ji birayê xwe Cemîl der barê Ocelan de agahî distand.”

Agahiyeke din a ku ji aliyê Ebdulhalîm Xeddam ve hat dayîn jî balkêş bû: “Di vê heyamê de Ocelan li Centera Şamê di avahiyekê ku efserên tirkan jî têde hebûn dima.  Di heman avahiyê de li qatên cuda bûn.  Haya Tirkan ji vê yekê tunebû.  Û dema ku efserê îstixbarata rejîmê ji Ocelan re got: Tu li cihekî metirsîdar dimînî, Ocelan bersiv da: Ez ji roja yekem de dizanim ku ez di avahiya ku têde yê artêşa Tirkiyê lê dimîne, lê ew nizane ku ez li vir im. Rayedarekî payebilind ê Tirk tê de heye, ev jî tê wê wateyê ku ez di avahiyeke herî ewle ya Sûriyeyê de dijîm.”

Wisa Ebdullah ku ji sala 1979’an heta sala 1998’an di bin parastina rejima Sûriyeyê de jiyaye, 19 sal in hemû çalakiyên terorîstî yên ku nava xaka Sûriyeyê dijî kurdan kirine, û bi rê ve biriye.  Rêvebiriya Hafiz Esed ku guh neda hişyariyên Tirkiyê, di sala 1999an de ji tirsa dagîrkeriya Enqereyê ji bo destpêkirina şer li dijî Şamê, piştî peyama serfermandar neçar ma ku serokê rêxistina terorîst ji axa Sûriyê derbixe.

Ev Gotar bi taybet bo Darka Mazi ye

Pustên heman beş