Şaxa Partiya Ebdulla «PKK’ê» li Kurdistana Sûriyê – «3»

Mahir Hesen

Hûn dizanin kê nûçeya li ser cihê Ebdullah Ocelan gihande Tirkan, mebesta min ka kê cihê Ebdullah Ocelan û wêneyê wî yê li ber mala wî li Şamê ji dewleta Tirkiyeyê re şandin.

Bersiv bi kurtî: Ew General Elî Doba ye, serokê Îstixbarata Sûrîya bû di dema Hafiz El-Assad de

Ka em bi hevre li çîroka General Elî Doba û Hafiz Assad û Ocelan guhdar bikin.

Ji bo ravekirina rewşa vê çîrokê, em vegerin payîza 1998an, Dema ku bijîjkên pispor bi Hafiz el-Esed re civîyan, di nav wan de jî Fewaz El-Exres, bavê Esma hevjina Beşar El Assad jî hebû, bijîjkan bi aşkere jê re gotin ku tu bandora derman edî li nexweşiya wî tune ye, û bila bi vê rastiyê razî bibe ku rewşa wî êdî metirsiyê de ye, û ew ê herî zêde di nav salekê de bimire

Piştî çend rojan, nûçe di nav Elewiyan de belav bû, û wan dest bi berhevkirina çekên sivik û navîn, bombe û cebilxaneyan li malên xwe, li Şamê, Humsê, Helebê… û li hemû bajarên xwe kirin.

Karbidestan dest bi talankirina pereyên giştî kirin. Di nav de çîroka Wezîrê bi navê Mufîd Ebdulkerîm, yê ku 300 milyon dolar ji operasiyona firokeyên (navdar) yên Kuwait ê dizî bûn heye, Piştre di vê dozê de, ew bi 3 meh zîndan kirinê hat cezakirin. General Elî Doba jî dest bi dizî û xapandina kir, ew diçû mal û milkên cihûyan li Heleb û Şamê li pismamên xwe yên ji malbata Doba belavkirin.

Wî herwiha wê demê, bi hevkariya serokwezîr (Mehmûd El-Zûbî), gelek operasyonên gendelîyê ku bûn sedema talankirina pereyên giştî pêk anîn.

Elî Doba nûçeyên cihbûna Ebdullah Ocelan li Şamê eşkere kir, ew zanyarî firoşt dewleta Tirkan. Di wê demê de Hafiz el-Assad bi nexweşiyeke giran bû, lê dîsa ew hat agahdar kirin ku Ocelan wê ji destê wî biçe.

Hafiz el-Esed li gor serpêhatiya xwe dizanî kî li pişt vê yekê ye, lewra fermana dûrxistina General Elî Doba ji posta wî derxist.

Her wiha hemû xizmên wî yên ji malbata Doba ji cihên hestiyar ên ku tê de kar dikirin derxistin. Wek serokê şaxê ewlekariya tawanan li Hisiçayê, û cîgirê rêveberê taqîgehên berevaniyê li el-Safira…hwd.

Piştî wê jî Hafiz Esed ji Elî Duba re şand û jê pirsî: Te çiqas pere ji bo wan wêneyên Ebdullah Ocelan ji dewleta Tirkî standiye????

Ne Elî Doba û ne jî kesekî din ji karbidestên rejîmê diwêrin ku derewan li Hafiz Esed bikin!

 Ji ber vê yekê, wî bersiv da:

 Min du milyon û nîv dolar stand, Hafiz Assad bersiv da: Te sûd ji nexweşiya min a giran girt, ne wisa?

 Elî Doba got: lingê te maç bikim, min bibore birêz.

Hafiz Assad got: Tu (bûyî, û dê bimînî) kerê min!!

 Guh bide min ey ker!

Mirovekî wek Ebdullah Ocelan bihayê wî ne du milyon dolar in û nayê firotin, Lê nefsa weya rezîl ew bi erzanî firot!!

Bi Wêne : Elî Doba

Şaxê Partiya Ebdullah (PKK) li Kurdistana Sûrî- beşa caryemîn

Vê carê ezê behsa radestkirina navçeyên kurdî ji aliyê rejîma Sûriyê bo destê PKK’ê bikim. Dê her tişt li gorî dîroka derxistina biryarnameyê û hejmara biryarê hête belgekirin. Ji hevahengiya di navbera hêzên rejîmê û çekdarên PKK’ê da ji bo tasfiyekirina serkirdeyên navdarên tevgera kurdî û ji bo avakirina şaxê PKK’ê li Kurdistana Sûriyê (YPG’ê) û kontrolkirin û bidawîkirina şoreşê. Ji bilî radestkirina deriyên sînorî, bi taybetî ligel Herêma Kurdistana Îraqê, ji bo şopandina dijberan û radestkirina wan bo rejîma Sûriya û him ji bo raporên rojane pêşkêşî beşa îstixbarata Sûriyê bikin.

Biryara yekem di sala 2012ê da piştî derketina çirûska şoreşê li herêmên kurdî bi jimare 5/2784/ hat derxistin, ku rê dide komek çekdarên PKK’ê (150 çekdar) ku derbasî nav xaka Sûriyê bibin û hevahengiyê ligel bikin ji boy derbasbûna wan bi rengekê hêsan û ewlekariya wan were dabînkirin û ev grûpa PKK’ê ber bi kampên perwerdehiyê were veguhastin.

Di heman salê da, ji berpirsên PYD’ê hat xwestin ku her leşkerekê ku hewl dide breve, radest bikin, û li gorî biryara jimare 1/1830/ ya rêveberê îstixbarat û îdareya giştî li sûryê û her yek bête radestkirin bi nirxê 250,000 lîreyên Sûriyê.

Di 25/7/2012ê komek ji PKK’eîyan ji bo alîkarya leşkerê Sûriyê ber bi bajarê Helebê hat şandin. Di bin hejmara biryara 15987/ m l q.

Di sala 2012ê da ji bo şaxa 330 ya Istixbarata Sûriya nameyek hat rê kirin ku peywendî bi PYD’ê re were kirin û çar kesên zana destnîşan bikin ji bo terrorkirina endam û serkirdeyên tevgera kurdî ew jî di bin hejmara biryara /17110/4 hate şandin.

Nameyek din ji şaxa 280 ya îstixbaratê ji bo şaxa 330ê ya li Hesekê hat şandin, tê de şîfreyek (password) ji bo girtina leşkerên revyayî bo Herêma Kurdistanê, bi hevkariya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD’ê) heye, hejmara namê /9132/1. Ev yek li ser bingeha biryara ewlekariya neteweyî ya hejmara 4663 sala 2012/3/06

Bi wêne:

 

Pirsgirêka bingehîn ev e ku mirov siyastê li gorî xwe û bêyî bandora wê bibîne bide meşandin? Gotina Bakur-Rojhilatê Sûriyê têra ravekirina rastiya Kurdistana Sûriyê nake û ev peyvên biyanî bi gelemperî dibin sedema lewaz, bêhêvîbûn û têkçûna Kurdan û bi gotineke zelal, mirov dikare rastiya Kurdistana Sûriyê – wekî beşek ji desthilatdariya dewleta Sûriyê pênase bike.

Lê gelo ji bo ku PKKe Kurdistanê bi nav û deng bike bê îmkana fikir û têgihiştinê ev polîtîka meşand? Pêwîste ev cudahî di nêvbera têgeh û cewhera navên weke “Rojava, Bakur – Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk” de bê kirin, her wiha şirovekirin û têgihîştina rastiya Kurdistana Sûriyê ji hev bên cudakirin, yak u PKKê îro li Kurdistana Sûriyê dike eve: navê wê êdî kiriye Rojava bê ku ti wateya gotina Rojava jî hebe.

Dema em dibêjin Kurdistana Sûriyê tê wateya ku parçeyek ji Kurdistana me dewleta Sûriyê dagîrker kiriye.

Li gel niyeta têgeha Bakur – Rojhilatê Sûriyê, Ne mumkine ku bigihêjin mafên rewa, PKKe ku li gorî hin berjewendiyan tevdigere, wê ji bo lihevkirin û razîbûna pêkhateyan, gund û zeviyên niştecih û çandiniyê li herêmên Kurdistana Sûriyê, desteser kirin û navê wan kirine Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Eşîrên Ereban weke beşekî pîlana guhertina demografî û ji bo bidawîkirina mafê Kurdan parastin.

Rastiya ku nayê guhertin eve: PKKê zêdetir ji 11 hezar şehîdan di bin dirûşmeyên Kurdayetîyê de ji bo pejirandina yasayî û destûrî a vê siyaseta xwe pêşkêş kirin, piştre PKKê navê devera me guhart û gotina Kurdistan êdî nema tê bi karanîn.

Peyvên PKKê «Bakurê Rojhilatê Sûriyê» – têgihîştinekî derewîn çêdike, ku pejirandina hebûna Kurdistana Sûriyê zehmet dike û bi vî awayî bandorê li reftarên Rejîma Sûriyê dike.

Kurdistana Sûriyê êdî kirine Rojava û doza Kurdî êdî tam nediyare û kes jî nikare bişopîne kanê Kurd xwedî mafin yan na.

Ew ji perspektîfa hin alîgir û piştgirên PKKê ye ku dibêjin çi nîne ku em bêjin Bakurê Rojhilatê Sûriyê an jî peyva Rojava bi karbînin ji ber ku siyaseta PKKê pîroz e, lê ew nizanin ku siyaseta PKKê bi xeyalên tarî, êş, tirs û nezelaliyê ve girêdayî ye, ew bi hêrsbûneke domdar her tiştî li ser hesabê hestên birîndar û hebûna Kurdên Rojava Kurdistanê dike.

Ev Gotar taybete bo Darka Mazi

Pustên heman beş