Çeteyên PKKê du zarokên din revandin

pkk-efrin-kobani-zarok-revandin-kck-qsd-hsd-ypg-ciwanen-shorashgar

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya girêdayî Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, dû zarokên din yên bi navê Meryem Ebdulla Elî û Mihemed Edhem Xelîl revandin û dayikên wan banga vegerandina zarokên xwe dikin.

Hat ragihandin ku tevgera bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ku raste rast bi fermana Qendîlê û şexsê Cemîl Bayîk karê revandina zarokan û îşkenceya kesên welatparêz û êrîşa ser baregehên partiyên Kurdistanî dikin, du zarokên 14 salî yêk jê keç li Rojava revandine û çarenûsa wan nediyare.

Zarokên revandî evin:

 1- Mihemed Edhem Xelîl

Cihê revandinê: Eefrîn

Sala revandinê: 2016

2- Meryem Ebdulla Elî

Cihê revandinê: Kobanê

Sala revandinê: 7/7/2022

Li gorî gotina dayikên van du zarokan ku bi rêya kenala ARK ê banga vegerandina zarokên xwe dikirin, çarenûsa Meryem û Mihemed nediyare.

Rêxistina PKKê û baskê wê yê Rojava ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan dikin, ev yêk jî ji hêla rêxistinên navdewletî û yên parastina mafên zarokan tesbît kiriye.

Pustên heman beş