PKKê mirina bi hezaran ciwanên Kurd veşartiye

pkk-hpg-zarok-kurd-kurdistan-cudi-turkey

Rêxistina PKKê îro weke her roj nasnameya 3 çekdarên xwe eşkere kir ku 5 salan berê bi destê artêşa Tirkiyê dane kuştin û ji nûve mirina wan ragihand.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 30/7/2022ê, nasnameya 3 çekdarên xwe yêk jê zarok eşkere kir ku li 15 îlona 2017ê li çiyayê Cûdî dane kuştin û paş derbasbûna 5 salan ji nû mirina wan îfşa kir.

Navên van çekdaran wisaye:

Dawud Çelîk ji Mêrdînê, Îbrahîm Gonen ji Qersê û Barş Erkol ji Wanê.

Rêxistina PKKê her rojê wêneyên komên keç û xortên Kurd di medyaya xwe de parve dike ku li salên berê di berxwedana xwe ya saxte de feda kirine û paş derbasbûna salan ji nû dibêje me ew wenda kirine.

Li gorî agahiyên pêgeha Darka Mazî, hêjan bi hezaran keç, xort û zarokên Kurdan mane ku PKKê di salên berê de berê wan daye mirinê û hêjan jî mirina wan li malbatên wan vedşêre, PKKe her roj wêneyên hinek ji wan di medyaya xwe de parve dike û dibêje me ewqas milîtanên hêja yên Apo wenda kirine!.

Pustên heman beş