Polîsên Îranê du zarokên kurd bi gulleyan qetil kirin

Polîsên Îranê du zarokên kurd bi gulleyan qetil kirin

Du zarokên kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin û dê û bavên wan jî hatin girtin.

Hêzên polîsên Îranê şeva borî li ser rêya Xuremawa ya parêzgeha Loristanê otomobîla wilatîyekî xelkê gundê Qulqulaya girêdayî parêzgeha Merîwanê ku du zarok jî têde bûn gullebaran kirin. Her du zarokên bi navê Hadî û Metîn Reşîdî Meniş 9 û 13 salî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.

Li gor agahiyan, navê şofêrê wê otomobîlê Rehman Reşîdî Meniş e, ew û hevjîna wî ji aliyê hêzên polîsên Xuremawa ve hatin girtin.

Polîsên Loristanê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Pustên heman beş