Tirkîye, jiber Sersaxîya bo Şervanên HSD’ê Washingtonê Rexne Dike 

Tirkîye, jiber Sersaxîya bo Şervanên HSD'ê Washingtonê Rexne Dike 

Tirkîyê, Amerîka jiber sersaxîya bo şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) rexne kir.

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusi Akar di bernameyeke Ajansa Anadolu de dîyar kir ku sersaxîya bo çekdarên HSD’ê pûçbûna mejîyan raber dike û wekî din ti wateya wê tune.

‘’Hevbendên me yên Amerîkî sibê rojkê ew tişt gava were bîra wan dê xemgîn bibin.’’ Akar got.

Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek hevkarekî girîng dibîne, lê Tirkîye îdia dike ew dijî ewlekarîya wê gef e.

Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) di rojên borî de ser fermandereke cîgir ya HSD’ê Salwa Yusuk û 2 şervanên din yên jin yên li Qamişloyê hatibûn kuştin ji Twitterê peyama sersaxîyê weşandibû.

Pustên heman beş