Hejmareke rokêtan bi baregeheke Tirkiyê li Ezazê ketin

Hejmareke rokêtan bi baregeheke Tirkiyê li Ezazê ketin

Çend topên rokêtan li nêzîkî baregeha Tirkiyê li derdora nexweşxaneya niştimanî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê ketin.

Hat ragihandin ku îro roja pêncşemî 4/8/2022ê hejmareke rokêtan bi taxên derdora baregeha artêşa Tirkiyê ya li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê ketine, lê belê tu agahî derbarê zirarên canî yên kesên di baregeha Tirkiyê de nehatin dest xistin.

Ji aliyek din ve, baregehên artêşa Tirkiyê cihên bicihbûna hêzên Kurdî û hêzên Rejîmê li ser eniyên Mernaz, Kefer Xaşer û El-Elqimya li gundewarê bakurê Helebê topbaran kirin.

Pustên heman beş