Alî Babacan: Pirsgirêka Kurd, bi gotinê naqede

Alî Babacan: Pirsgirêka Kurd, bi gotinê naqede

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, Li Wanê di derbarê pirsgirêka Kurd de axivî. Babacan di axaftina xwe de bang li desthilatiya Tirkiyeyê kir û da zanîn ku pirsgirêka Kurd, tenê bi axaftinan çareser nabe.

Alî Babacan, di vekirina avahiya partiya xwa ya Ercîşa Wanê de li ser pirsgirêkên bakur û Tirkiyeyê axivî.

Babacan da zanîn ku li Tirkiyeyê tenê pirsgirêka aboriyê tuneye, pirsgirêka Kurd jî heye. Alî Babacan bi berdewamî got,

“Ez li vê derê bang li Recep Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî dikim. Li vî welatî tenê qeyrana aboriyê tuneye, pirsgirêka Kurd jî heye. Mirov li Enqereyê rûne û bibêje ‘pirsgirêka Kurd tuneye’ev pirsgirêk naqede.”

“Em ê çareser bikin”

 Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan, bal kişand ser pêvajoya serdemên berê û got,

“Hûn dizanin ku niha li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye. Dema em jî di nav de bûn, me digot, ‘pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêka me ye.’

Ez li vê derê bang li welatiyên me yên Kurd dikim. Em ê pirsgirêkê di bingeha welatîbûnê de çareser bikin. Dewlet neçar e bi heman dilsoziyê her welatiyê/a xwe hembêz bike. Wekî din yekîtiya vî welatî çênabe.”

Pustên heman beş