Tirkiyê 6 gerîla li Herêma Kurdistanê kirin armanc

Tirkiyê 6 gerîla li Herêma Kurdistanê kirin armanc

Şeş çekdarên din yên rêxistina PKKê li Herêma Kurdistanê, ketin ber êrîşa balafirên Tirkiyê û jiyana xwe ji dest dan, PKKe jî dibêje me 11 esker kuştine.

Wezaretên navxwe û bergiryê yên dewleta Tirkiyê, duh û îro rojên 12-13/8/2022ê di daxuyaniyên cuda de eşkere kirine, li navçeyên operasyona bi navê pence Kilîl ya ku li Zapê, Avaşîn û Basiyanê dijî PKKê destpêkirî, 6 çekdarên rêxistinê hatine armanc girtin û jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyên wezaretên navxwe û bergiryê, duh roja înî 3 gerîla û îro roja şemî jî 3 gerîla hatine armanc girtin.

Rêxistna PKKê jî duh roja înî kuştina 7 leşkerên tirk û îro roja şemî jî kuştina 4 leşkerên din di medyaya xwe de parvekirîye.

Pustên heman beş